Zîlan Dêrsîm
Jina ku îro di nav kaoseke kûr de ye, wekî hebûna herî kevnar, xwedî erkeke pîroz e ku xwe ji nû ve biafirîne û wekî kirdeya civakê wateyê bide jiyanê.
Di vê çarçoveyê de, gava em dibêjin "ji nû ve berxwedan", tu vebijarkeke me ya din ji bilî girtina destê jiyanê nemaye. Li hemberî her raman û sepandinên ku jinan di bin zext û girêdaniyê de dihêlin, girtina helwesteke zelal, nîqaşkirina bêtawîz û meşandina têkoşîneke radîkal li dijî wan, ji bo bidestxistina azadiya giştî şertekî neçar e.
Rêber Apo yê ku bi bangawaziya "Ji nû ve bibin jin" berê xwe da jinên cîhanê, temenê xwe diyarî rizgarî û azadiya jinê kiriye; wî li ser bingeha vê rastiyê ji me re daye fêmkirin ku azadî û rizgariya jinê, sosyolojiyeke civakî ye.
Di çarçoveya krîz û kaosa ku kêşeya herî mezin a sedsala 21'an e de; destavêtin, tacîz, qirkirin, kuştinên kiryar-nediyar ên li ser jinê û talankirina xwezayê bê navber berdewam dikin. Hêzên hegemon ên ku hewl didin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin, ji bo têrkirina egoyên xwe û evîna xwe ya desthilatdariyê, kiryarên xwe yên derveyî mirovahiyê gihandine asta herî jor. Çareseriyên ji bo pirsgirêkên jinê -ku hatiye xistin qonaxa qurbanî û metaya pergala zilamsalar- û armancgirtina rizgariya wê, di dirêjahiya dîrokê de bûye xala sereke û mifteya ku jinê di ber de têkoşîn meşandiye. Ji ber ku tê zanîn ku pergala dewleta zilamsalar, xwe di ser pirsgirêka jinê ve ango pirsgirêka civakê ve xwedî dike, xwe li ser piyan dihêle û di vê bingehê de mekanîzmayeke rantê ava dike.
DIVÊ DEWREKE OPTÎMAL WERE AFIRANDIN
Li ser vê bingehê, lêkolîn, serhildan û hewldanên berxwedanê yên ku di dirêjahiya dîrokê de hatine kirin, di bin bandora mekanîzmayên sîstematîk ên zilamsalar de car bi car sitemkar (sönük) mane. Jin, ji şkestina yekemîn a zayendî û heta sedsala ku em tê de dijîn, ji bo rizgariya xwe her dem di nav lêgerîn û hewldaneke berdewam de ye. Jin a ku bi jiyanê re bixwe re wekhev e; mîna çand, ziman, etîk, hewa û avê ber bi lîvên tunebûnê ve hatiye kaşkirin. Ji ber ku em di vê çarçoveyê de nikarin analîzeke kûr û çareseriyeke optîmal bikin, em nikarin jinê ku perçeyê herî giring ê jiyanê ye, ji nav pencên cenawirê dewleta zilamsalar bi temamî rizgar bikin û bigihînin azadiyê. Bêguman di dîrokê de li ser vê mijarê gelek xebatên teorîk hatine kirin, şoreş hatine pêkanîn û îmze li bin lehengiyên mezin hatine xistin; lê belê, di wateya tam de encameke teqez nehatiye girtin. Bi kurtasî; jin, ji bilî xwe bûye her tişt.
Gelo kîjan faktor û diyarde ne ku bi hezaran salan e jinê ji cewher û jinbûna wê dûr dixin û wê biyanî dikin? Gelo hêzên ku rê li ber vê vedikin ewqas bi bandor in û xwedî hêzên li jorî mirovahiyê ne ku jin bi tu awayî nikare bibe xwediyê xwe? Digel vê yekê, çima di her qada jiyanê de û di her kêliyê de, têgîna "jin" her dem bi rengekî neyênî (negatîf) tê hûnandin? Em şahidî ji gelek lêkolîn û nirxandinên ku li ser vê mijarê hatine kirin re dikin.
Pirsgirêka jinê ya ku di asta şaneya bingehîn ya civakê de ye, ango krîza di cewherê jiyanê de, bêguman bêyî hişmendî û piştgiriyeke bihêz a jinê nagihîje çareseriyê. Wekî ku tê zanîn, armanca bingehîn a artêşbûna jinê û îdeolojiya azadiya jinê ya ku bi felsefeya Rêber Apo re hatiye pêşxistin; derxistina holê ya rola avaker a jinê ya di dîrokê de û mîsogerkirina vejîna jinê ya ku hatibû kolekirin e. Em van tiştan bi rengekî objektîf dibînin û dijîn.
Nexwe, pirsa "Rê û karakterê afirandina jina azad divê çawa be?" tê bîra mirov. Ev rê, rêbaz û prensîb jixwe tên zanîn. Wek mînak; di Yekitiya Sovyetê de cihgirtina çalak a jinan di eniyên şer de li dijî nêzîkatiyên zayendperest, têkoşîna jinê ya di nav refên gerîlayên FARC'ê de li Kolombiyayê û di şiklê xwe yê herî berbiçav de asta ku artêşbûna jinê ya di nav PKK'ê de, di bin pêşengiya PAJK, YJA Star û KJK'ê de ava kiriye, tê zanîn û ji bo civakên azadîxwaz bûne modelek.
Di rewşa heyî de, bi awayekî zelal derketiye holê ku jin bi hêz û zana bûye; lê belê ji bo rawestandina qirkirina jinê û vegera jinê ya ber bi nasnameya wê ya resen ve, faktorên bingehîn çi ne? Di vê xalê de teqez e ku bandora argûmanên îdeolojîk ên pergala zilamsalar heye. Fêmkirina ku wekî di bîra mirovahiyê de hatiye kolandin, tê xwestin di hişê jinê de jî were çandin ku dibêje "jin, kole û metaya mêr e", rê li ber girtiye ku jin bibe ya xwe.
Di heman demê de, zayendperestiya civakî ya ku di nav civakê de tê hilberandin, wekî derbeke giran li vegera jinê ya ber bi cewherê wê ve daye. Bi vê yekê re, jiyan ne bi herikîneke diyalektîk, lê bi herikîneke perçe-perçe û şikestî heta roja îro hatiye. Heke em kurtebêj bikin; gava em cihê jinê yê di pergala zilamsalar de rast analîz bikin, dibe ku em bigihîjin bersiva pirsa ku em lê digerin. Faktora yekemîn a ku nêzîkatiyeke zayendperest e, di serî de wekî pirsgirêka herî berçav a ku jin di jiyanê de pê re rû bi rû dimîne tê dîtin. Navê din ê zayendperestiyê ku wekî nîjadperestiyê ye, û cudahiya zayendî bixwe çi ye? Wekî ku tê zanîn, çi di saziya malbatê de çi jî di hemû saziyên civakî de, çavkaniya herî mezin a nehevsengî û neyeksaniyê, ev nêzîkatiya zayendperest e. Ev yek dibe sedem ku di civakê de gelek şer û neheqî berdewam bikin û kok bidin. Di karûbarê xwezayê de tu diyarde; dabeşkirina kar a li ser bingeha zayendê, zewacên xwedîtiyê, an her wiha saziyên ku serdestiyê hildiberînin mîna jin-mêr an zaroktiyê rewa nake. Ev hemû bi darê zorê li ser jinê hatine ferzkirin; ji ber vê yekê, her yek ji wan ne daneyên xwezayî ne, lê qeyranên şaristanî ne ku divê werin şirovekirin û çareserkirin.
LI DIJÎ FERASETÊN ZILAMSALAR BALDARİYA HEVPAR
Heke li dijî zayendperestiya civakî têkoşîneke giştî û yekbûyî were meşandin, beriya her tiştî hewcedarî bi pêşxistina hestyariyek û hişmendiyeke hevpar a li dijî vê zîhniyetê heye. Ji ber ku her çend rewşa duyemîn a jinê di rû de wekî serdestiyekê ji bo mêran xuya bike jî, di encamê de çavkaniya hemû hiyerarşî, neteweperestî û mîlîtarîzmê, bi pejirandina vê rewşa bindest a jinê di civakê de û bixwe di hişê jinê de rewayî qezenc dike. Di vê rewşê de yê ku winda dike ne tenê jin e; ji bilî desteyek hindikahî ya ku dewlemendî, desthilatdarî û otorîteyê di destê xwe de digire, tevahiya civak winda dike.
Sembolbûna hevdem a jiyana ku çanda sembolîk û qalibên zayendiya civakî teşe dane wê, ne tesadûf e. Her yek ji wan; qutbûna ji jiyana organîk a nehîyerarşîk û cûdahiyên bingehîn dihewîne. Mantiqa geşedan û berfirehbûna van pêkhateyan, berteka wan e li hemberî aloziyan û neyeksaniyên ku tê de rû didin; her du jî ji aliyê diyalektîkî ve girêdayî yekemîn dabeşkirina kar a dîrokî ye.
"JI NÛ VE BIBIN JIN"
Ji bo ku em bibînin ka di kîjan xalê de me winda kiriye û çima pergala civaka xwezayî ya ku di bin pêşengiya jinê de dihat meşandin bi borîna demê re ziviriye li dijî jinê, divê mirov dakeve kûrahiya dîrokê. Pêşxistina dîroknasiya jinê û nêzîkatiyeke ku jinê wekî bingeh digire, şert e. Gava em van nîqaşan dikin, divê ne tenê pergala zilamsalar, di destpêkê de divê em xwe di analîzeke kûr re derbas bikin û bigihîjin çavkanî û xala navendî ya pirsgirêkê. Sedema bingehîn a banga Rêber Apo ya ku dibêje "Ji Nû Ve Bibin Jin", rastiya vegera ber bi cewherê me ve ye.
Di nav pergala heyî de, ji nû ve bûna xwediyê xwe; baldarî, bawerî û tecrûbeyeke îdeolojîk a mezin dixwaze. Tecrûbeyên jinê yên ku bibe xwe, herî dawî bi "Îdeolojî û Projeya Rizgariya Jinê" ya Rêber Apo re gihîşte pergaleke bi sazî û pratîk. Li vir qala dîroka têkoşîneke ku zêdetirî 50 salan e, ango nîv sedsal e, tê kirin. Di vê heyama demê de îmze li bin gelek geşedanan hatiye xistin, ji bo ku jin ji nû ve vegere ser xwe têkoşîneke dijwar hatiye meşandin û di vê rêyê de bi deh hezaran şehîdên dozê hatine dayîn.
Eşkere ye ku rêya têkoşînê, derketina yekane, rizgarî û vegera ber bi cewherê xwe ve ji komûnalbûnê re derbas bibe. Di nav prensîbên komûnal de ku bûne perçeyekî bingehîn û neçar ê jiyana me, rol û mîsyona jinê diyarker e. Komûnalîte, şêwazekî jiyana xwezayî ye ku derfetê dide jinê ku bibe xwe; di heman demê de, binesaziya civakî-ahlakî ye ku pergala dewleta baviksalar têk dibe, vala derdixe.
Şêwazê jiyana komûnal ku ji kesayetiya sosyalîst xwedî dibe; navê avakirina pêkhateyeke civakî ya ahlakî û polîtîk e ku hesabê cinayeta Gulistan Doku ya ku bi aqilê mêr û mekanîzmayên dewletê bi salan e hewl tê kirin ser wê were girtin, û hesabê Rojîn Kabaiş û bi sedan jinên mîna wê hatine qetilkirin dipirse û rê li ber van qirkirinên nû digire.
Digel vê yekê, pergala dewleta zilamsalar, ji roja ku ava bûye û heta îro, her dem destkeftiyên jinê wekî metirsî û her wiha wekî rikber ji xwe re herdem dîtiye. Ji ber vê bingehê ye ku li her dem û mekanê ku civaka ahlakî-komûnal lê hebe, ew kiriye hedef û ji bo hilweşandina wê di nav hewldan û xebateke mezin de bûye. Destkeftiyên hêzên jinê yên YPJ'ê (Yekineyên Parastina Jin) yên li Rojavayê Kurdistanê ku nirxên civaka demokratîk û komûnal ava dikin, ji aliyê tevahiya cîhanê ve tên zanîn. Di têkbirina leşkerî û îdeolojîk a çeteyên DAÎŞ'ê de ku bi salan bibûn bela serê mirovahiyê, rola YPJ'ê pir mezin û muazzam bûye. Di pêvajoya tunekirina pêkhateya DAÎŞ'ê de ku dirêjahiya dewletan bû, bi deh hezaran şehîd hatine dayîn. Di Şoreşa Rojava de ku wekî şoreşa jinê tê binavkirin, vîna jinê ji nû ve derketiye holê, mîsyonê pêşengiyê di nav gelên azadîxwaz de baleke mezin kişandiye û adeta bûye modelekî cîhanî. Rêxistinbûna YPJ'ê ku li her derê cîhanê bûye sembol, di qonaxa dawî de dîsa bi hevkariyên navdewletî û komployan tê hedefgirtin, hebûn û statuya wê tê xwestin ku were tune hesibandin. Ev rewş, wekî belgeyeke eşkere di dîrokê de cih digire ku di nav pergalên dewletên hegemon de tehemûla nav û vîna jinê nayê kirin.
JIN JI BER XWEZAYA XWE AZADÎXWAZ E
Li gorî dînamîkên sedsala ku em tê de dijîn, mînakên bêhejmar û neçariyeke dîrokî ya afirandina xwe ji nû ve heye. Rêya ji nû ve afirandinê; bi awayekî mutlak ji paqijbûna ji argûmanên çînî, desthilatdarî û milkdariyê yên pergalê; ji girtina bingeh a pêkhateyeke civakî ya wekhevîxwaz, ahlakî û polîtîk; ji kesayetiya sosyalîst û ji azadiyê re derbas dibe. Mebasta me ji azadiyê ne azadiyeke takekesî/lîberal e, azadiya civakî ye. Ev yek jî ji ber xwezaya xwe hewcedarî bi hezkirin, rêzgirtin, tolerans, empatî, berxwedan, têkoşîna rêxistinkirî û afirandina kolektîf heye.
Jin, ji ber hişmendî û cewherê xwe, xwedî wê vînê ye ku taybetmendiyên xwe ên xwezayî yên ku mekanîzmayên civaka çînî ew perçiqandibûn, ji nû ve qezenc bike û vê yekê bi nasnameyeke mirovê ve azad bijî. Prensîba civakîbûn û azadiyê ya di xwezaya jinê de, di gihandina jinê ya ber bi xwedîderketina li xwe bixwe de rola sereke û ajoker e.


