Zinarîn Devrîm

Dîroka azadiya jinê ji nû ve tê nivîsandin; her tîpek ji tîpên zêrîn e, her peyvek dibe hevokeke ku di nava xwe de destanên qehremaniyê dihewîne.

Ev destan ji destanên ku hatine ser ziman cudatir e, tê de nirxê jiyaneke azad tê afirandin; ev jiyaneke bi deng û rengê jinê ye. Sakîne Cansiz ku pêşenga vê dîrokê ye, îro bi hezaran jinên Kurd re bi hev re desmala xwebûnê li ba dikin. Bi hev re ewrên zivistana tarî belav dikin û biharê şîn û şeng dikin. Axa ku ji piyên dagirkeran bêzar bûye rizgar dikin û li ser wê xakê ala serxwebûna mirovahiyê diçikînin. Li çar aliyên welat dengê wan belav dibe, digihîje her ciwanekî azadîxwaz; her kesê ku vê dengî dibihîse, ji wan re wekî melodiyekê tê û bi vê re berê xwe didin wê melodiyê ku bi xweseriyê ve hatiye sazkirin. Yek ji wan jinên ciwan ku di lêgerîna azadiyê de ye Berfîn Serhatli ye. Jina ciwan di nava sermahiya Agiriyê de bi dilgermiya xwe civata hogiran li dorhêla xwe kom dike. Çawa ku çîçeka berfînê di nava berfê de serî radike û dibişkive, jina ciwan Berfîn jî mîna navê xwe li beramberî kiryarên dagirkeran serî radike û dibe rêwiyeke ji rêwiyên azadiyê.

Berfîn Serhatli ku bi nasnavê Ronahî Devrîm tê nasîn, di sala 1998an de li navçeya Erdîşê ya li ser Wanê ye çavên xwe li cîhanê vedike. Ji ber ku di dorhêleke welatparêz de mezin dibe, Tevgera Apoyî ji nêz ve nas dike. Di malbata heval Ronahî de tevlîbûna nava tevgerê zêde ye; ev yek ji bo Heval Ronahî dibe sedem ku mîna wan di lêgerîna azadiyê de be. Destpêkê di xebatên ciwanan de kar û xebat dide meşandin. Ev xebata ku dide meşandin, ji bo wê dibe bingeha gav avêtinên mezin. Her ku rêxistinbûnê ava dike, zêdetir hestên welatparêziyê bi wê re pêş dikevin. Di dema ku heval Ronahî xebatên ciwanan dimeşîne, li Rojava û Şengalê êrîşên DAIŞê bi awayekî hovane tên meşandin. Qetilkirina jin û zarokan, talankirina gund û bajarên Kurdistanê tebata wê naynin û hêrsa wê kûrtir dikin. Di her qêrîna dayikekê de dengê wijdana wê bilind dibû, lewma biryara tolgirtina ji dijmin digire û di sala 2015an de li ser Bazîdê re beşdarî nava refên gerîla dibe. Dema ku nû beşdar dibe, destpêkê li Tendûrekê jiyana gerîla dişopîne û demekê li wir dimîne. Mayîna wê ya li Tendûrekê ezmûn û tecrûbeyên jiyana şoreşgerî pê dide qezenckirin. Ev tecrûbeyên ku fêr dibe, di meşa wê ya gerîlatiyê de hêsaniyekê ava dikin. Heval Ronahî piştî girtina hin ezmûnan berê xwe dide Herêmên Parastina Medyayê û li wir perwerdeya xwe ya pêşîn dibîne. Di perwerdeya xwe de yek ji wan hevalan e ku balê dikişîne ser xwe û bi tevlîbûna xwe bandoreke mezin li ser hevalên xwe çêdike. Ji ber ku li Bazîdê ezmûn wergirtibûn, di perwerdeyê de bi hevalên xwe re parve dike û dibe destek ku hevrêyên wê zehmetiyan nekişînin. Ronahiya dilwêrek bi serkeftî perwerdeya xwe bi dawî dike û berê xwe dide qadên pratîkê.

Gerîlatiya xwe ya destpêkê li Heftanînê jiyan dike. Li Heftanînê sê salan pratîk dike; di her pratîkeke ku jiyan dike re eşqa wê ya jiyana şoreşgeriyê bilindtir dibe. Jina têkoşer li qadên Heftanînê bi awayekî lez xwe pêş dixe; her pêşketineke ku bi xwe re ava dike, wan pêşketinan fêrî rêhevalên xwe jî dike. Qada Heftanînê yek ji wan qadan e ku xweza lê her şîn e; hevrê Ronahî jî bi wê xwezaya Heftanînê re diherike jiyanê. Di her herikandineke xwe de, xwe ji roja beriya wê xweştir dike. Bi kulîlkên nûvebûyî re pêşbaziya bedewiyê dike. Di encama ezmûngirtina li Heftanînê de berê xwe dide Akademiya Şehîd Bêrîtan. Li akademiyê di xeta berxwedana heval Bêrîtan Hêvî de kesayeta xwe dahûrîn dike. Bi rastiya Rêber APO û şehîdên şoreşê re muqayese dike; her ku muqayese dike, kêmbûna xwe ya di warê bîrdozî de ferq dike û dikeve hewldana sererastkirina kesayeta xwe. Heval Ronahî derbarê beşdariya xwe ya akademiyê de wiha tîne ziman: “Ji ber şerê xweseriyê û êrîşên dijmin ên li ser Cizîr û Sûrê, xwesteka min a ji nû ve xweavakirineke pêşketî çêbû. Ji ber ku xweavakirin ji dijmin re bersiva herî mezin e. Ji ber vê sedemê, di vê akademiyê de armanca min xwe gihandina felsefeya Rêber APO ye. Bi rastiya Rêbertiyê re ji pêvajoyê re bibim bersiv. Ji ber ku ez dizanim ez çiqas xwe ava bikim, ez ê ewqas karibim di qadên Bakurê Kurdistanê de xebatên serkeftî bimeşînim. Ez çiqas xwe sererast bikim, ez ê bi hêsanî tola salan ji dijmin hilgirim.” Hevrê Ronahî bi vê armancê ve beşdariya xwe heta dawiyê ji perwerdeyê re saz dike. Ji ber ku biarmanc bû û di armanca xwe de zelal û sadiq bû, perwerdeya xwe bi serkeftî dawî dike. Lê belê heval Ronahî ji bo xwe tenê perwerdeyên bîrdozî têrker nabîne û vê carê berê xwe dide Akademiyên leşkerî û beşdariya xwe li wir jî çê dike. Behremendiyên xwe yên bîrdozî û leşkerî di heman pîvanê de bi hev du re dike yek û kesayetekî xurt ji xwe derdixe. Kesayetekî ku li beramberî neheqiyê tu carî serî natewîne, li beramberî dagirkeriyê vîna ji pola ava dike. Kesayetekî ku her dem û kêliyê di azadiyê de bi israr e di xwe de dide rûniştandin. Li akademiyên leşkerî hem perwerde dibîne hem jî dide perwerdekirin. Gelek ciwanan di qada leşkerî de perwerde dike û hêza profesyonel di wan de ava dike. Ji rêhevalên xwe yên ciwan re dibe pêşeng. Bi pêşengtiya xwe ve rêzdariya civatê kom dike. Ji ber ku baweriya derûdora xwe qezenc dike, cihê xwe di xebatên navendî de digire.

 

Bi Ronahiya Dilê Xwe ve Her Derê Ronî Dike

 

Şoreşgera dilmezin ku welatekî kevnar di dilê xwe de hildigire, ji hezkirina Rêbertiya xwe fêr dibe. Têkoşîna ku Rêber APO di navenda Îmraliyê de dida meşandin, ji bo heval Ronahî dibe perspektîfa têkoşînê. Bi têkoşîna Rêber APO re têkoşîna xwe bilindtir dike. Di sala 2021’an de dewleta Tirk êrîşî qadên Avaşînê dike. Hevrê Ronahî jî cihê xwe di wê berxwedanê de digire. Tevî ku rastî gelek zor û zehmetiyan tê, lê dilê wê yê ku bi Rêber APO ve hatibû girêdan, tu carî keleman li pêşiya xwe nedikir asteng. Girêdana xeta Rêbertiya Azad wê dikir ku di her şertî de li ser piyan be, bi hêz û îrade be. Îradeya wê îradeyeke ku Rêber APO afirandibû; çawa ku berxwedêrên zindana Amedê gotin “Berxwedan Jiyan e”, hevrê Ronahî jî mîna pêşengên xwe her tim di xeta berxwedanê de bi biryar bû. Dewleta Tirk bi her awayî êrîş kir; ji çekên giran heta balafirên şer, ji balafirên şer heta çekên nukleerî ve êrîşî qadên gerîla kir. Lê belê li beramberî êrîşên xwe hovane li rastî berxwedaneke efsûnî ku tu carî nayê jibîrkirin hatin. Heval Ronahî di wê operasyonê de fermandara tîmên bitevger e. Li pêşiya şervanên xwe bi awayekî şerkerî bersiv dide êrîşan. Guleyên xwe li sînga dijminê dagirker dide, bi tilîliyên xwe ve xofê dixe dilê neyaran. Hevrê Ronahî tevlî gelek çalakiyên bibandor dibe; di wan çalakiyan de pêşeng û rêber e, beriya her kesî di pozîsyona êrîşê de ye. Mîna tofanê xwe berdide ser dijmin û derbên dîrokî ku qet jibîr nabin li dagirkeran dide. Heval Ronahî di destana berxwedaneke dîrokî de dibe nivîskar, bi xwîna xwe tîpên berxwedanê dinivîsîne. Ev berxwedana ku hate meşandin di hafîzeya her Kurdistaniyekî de ma û ji zarokên pêşerojê re bû çîrokên şevan.

Di dîroka 26ê Tebaxa 2022an de, dema ku Heval Ronahî bi komeke hevalên xwe re beşdarî çalakiyê dibe, di wê çalakiyê de gelek cebilxane û mewziyên dijmin îmha dikin. Ji ber ku dagirker derbên giran dixwin, hêza xwe ya teknîkî didin şixulandin; lewma dema ku heval Ronahî ji qada çalakiyê paşde vedikişe, di encama êrîşên hewayî de digihîje şehadetê. Şehadeta heval Ronahî mîna jiyana wê her di bîra hogiran de ye; ji bo tolgirtina ji xwîna heval Ronahî gelek çalakiyên bibandor tên li dar xistin û tola xwîna heval Ronahî tê hildan. Heval Ronahî dê bi têkoşeriya xwe ve her di bîra hevrêyên xwe de be, wê her dem mîna navê xwe rêya hevrêyên xwe ronî û geş bike.