RÊBER APO
Îro 14'ê Tirmehê ye! Îro roja destpêkirina rojiya mirinê ye; ku di pêvajoyeke wisa de ya ku di şexsê şehîdên me yên berxwedanê de dihat xwestin rûmeta mirovahiyê û her tişt were qedandin, gava ku ji bo xelasiya her tiştî tenê û tenê çekek û rûmetek mabû ku ew jî danîna canê xwe yê di berdêla her tiştî de bû, bi biryardariyeke mezin dest bi vê çalakiyê hat kirin da ku tiştê pêwîst divê bihata kirin, pêk bînin.
Bandorên zincîrî yên destpêkirina çalakiyeke wisa di kêliya herî krîtîk de—ku hevalên wekî Kemal, Heyrî û Akîf pêşengiya wê dikirin—li dijî wê ferzkirina serobinbûnê û li dijî pêleke xerab a teslimiyetê, gava ku em ber bi rojên me yên îro ve tên, çêtir tên fêmkirin û encam jê tên derxistin. Ji bo çalakiyên bi vî rengî û kesayetên wan, mirov dikare gelek tiştan bibêje. Jîngeha ku çalakî tê de pêk hatiye, armancên wê û rêbaza wê bixwe, mirov dikare ji aliyên cuda ve binirxîne.
Di rastiya gelên Rojhilata Navîn de, di bin rûyê ol û mezhebên cuda de, em dizanin ku di rûbirûbûna zilmên herî hov de, wekî encameke bawerî, vîn û biryardariyê, can bi hovîtî hatine girtin; lê tevî vê yekê, lehengên wisa mezin wekî kevneşopiyekê heta roja me ya îro di bîra civakê û di jiyana wê de bibandor bûne. Di vê rabirdûya dîrokî de yên hatine şewitandin, yên li sêpiyan hatine xistin, yên di qazanan de hatine kelandin, yên çermê wan hatine rûkirin, yên hatine çarmîxkirin û yên ji zinaran hatine avêtin hene. Gelên ku di qirkirinê re derbas bûne hene; û di wateyekê de ev dîrok, dibe navê wê rastiyê ku bi têkoşîneke wisa navendî, mirovahî çi ye û çi nîne, an jî divê çawa bibe û çawa nebe, bixwe mînak dide tevahiya mirovahiyê. Dîroka olan, dîroka gelan û dîroka siyasî bi mînakên hov ên bi vî rengî tije ye. Tiştê ku di nav PKK'ê de pêk hatiye û divê di rûpela erênî ya vê dîrokê de were nivîsandin ew e ku; mirov bikaribe hêza nîşandana helwesteke mezinahiya xwe nîşan bide her çend şert û merc û serdem li dijî wan bin jî ev helwest alîgira edalet, rastî û azadiyê ye,. Heke gotineke wisa hebe, tespîtkirina rast a têkilî û nakokiya vê gotinê ya bi serdemê re, teqiz lîberekirina vê rastiyê li serdemê û nîşandana hêza kirina vê yekê ye, berdêla wê çi dibe bila bibe. Gava ku ev hat nîşandan, ev dibe bûyereke berxwedanê ya ku hesret jê re tê kişandin, dibe bûyereke pêngavê û partiyê; lê heke neyê nîşandan, wekî ku di gelek mînakan de tê dîtin, nabe ku mirov xwe ji windabûnê rizgar bike û ev yek dibe îfadeya ku mirov nikaribe azmûna xwe bi serkeftî bide. Ji ber vê yekê, mirov divê bibîne ku pêngaveke ku di berbangeke gengaz de divê were avêtin—ne tenê ji bo gelekî, lê ji bo rastiya gelên Rojhilata Navîn ku destkeftiyeke diyarker a mirovahiyê jî temsîl dike—di vê yekê de veşartî ye.
Rewşa jiyan an nejiyana PKK'ê êdî gihîştiye nuqteyeke wisa ku wekî pêşengên berxwedanê jî bi rengekî pir baş anîne ziman, tu çareyên wan ji bilî danîna canê xwe nemane. Dîsa wekî ku pêşengên berxwedanê bi xwe jî anîne ziman, her çend ew ne dildarên mezin ên jiyanê bin jî, tenê wekî pêdiviyeke rêzgirtina li hemberî vê daxwaza jiyanê, tu çareyên wan ji bilî danîna canê xwe tune ne. Azmûneke mezin e; di cih de biryardayîn, bi heman pîvandinê watedar e.
Heke em hîn zêdetir şonkarek bikin (konkret bikin); îro roja biryardanê ye ku ji bo welatekî, ji bo gelekî û heta ji bo mirovekî jiyan çi ye û çi nîne. Jiyîn çi ye, divê ev çawa bibe û mirov divê bizanibe ka çawa xwe di ber de feda bike. Ev pir girîng e. Amed di nav tariyeke ziftî de ye, di nav nifiran de dijî, lê vebijarkeke din a jiyanê jî heye. Heke li ser navê jiyanê gotina dawî nehatibe gotin, nexwe divê were nîşandan. Divê teqez hinek rabin û xwedî li vê mirovahiyê derkevin, li welatekî—bênav be jî—ji vê gelî re bibêjin "şêwazekî din ê jiyanê heye". Ev, rojeke wisa û biryarek wisa ye. Ev tişt pir û pir girîng in.
Li vir mesele ne çend kes in. Li vir mesele ew e ku di nav rastiya dîrokî de parzûn bûye û di nav gelekî de ku bi xeraptirîn şêweyî qedandin tê de dihat jiyîn, li ser navê kesên ku cesareta gotina "ez mirov im" nîşan didin, bi şiklekî ku jê re PKK tê gotin, ji dilê resen û ji hişmendiya resen a kesekî wêdetir, di hawîrdoriyeke wisa tevlihev de derketinek pêk were. Ev derketin, ew derketin in ku kesan mezin dikin. Ev derketin, çawa ku derketinên dîrokî ne, her weha derketinên olî ne, neteweyî ne, siyasî ne û exlaqî ne. Derketineke bi vî rengî li ser zemînekî wisa hatiye şînkirin. Ev dîrok û rastiyên rojê her çend li dijî me bin jî, dibe biryara gotina gotineke mezin li ser navê mirovahiyê. Wate û girîngiya vê ev e.
Ev dîrok dê were zanîn, ev dîrok dê were fêmkirin; gava ku ev dîrok wekî kesayetiya milîtanekî tam xwe bimeşîne, wê çaxê dilsozî dê di cih de be û dê were gotin ku tiştê pêwîst hatiye kirin! Van hevalan, gava ku bi bîranîna navê me wasiyeta xwe dihiştin, dizanibûn ku wan em di bin çi erkekî giran de hiştine û bi rengekî pir eşkere digotin ku tiştê herî girîng li vir ev e. Gava ku mirovek hebûna xwe ya herî hêja, bi dijwarî wisa datîne holê û ji hinekan re wasiyeta xwe dihêle, ev ji bo yê ku li dû dimîne tê wateya ketina bin barekî herî giran. Heke ji bo berxwedanê tenê û tenê ji bilî mirinê tu vebijarkek nemabe, ev di heman demê de nîşaneya lawaziyeke mezin e jî. Ji ber ku, ji bilî mirinê tu şêwazê berxwedanê tune ye. Heta fersenda gotina gotinekê jî nehatiye hîştin. Ev tê wê wateyê ku êdî ji niha û pê de berxwedan dê bi awayekî dijwar mezin bibe, fersendên berxwedanê hema bêje ji bilî hebûna can û helandina wî, tu şêwazekî din ê wê nemaye.
Paşeroja vê dê çawa were anîn? Li gorî wasiyeta ku hatiye hîştin, di nav deh salan, bîst salan de tu dê çawa bibe xwediyê çalakiya ku dawiya wê serkeftin e? Ev berxwedana mezin bi rastî bi vê baweriyê ye û wasiyeta wê jî bi vê şertê ye. Divê mirov vê pirsê pir caran û di cih de ji xwe bike: Kî dê xwedî li wasiyeteke serkeftinê ya ku wisa hatiye ferman kirin derkeve? Wateya xwedîderketinê, şêwazê şer ê ku serkeftinê tê de pêkan dike, berî wê amadekariya şer, fersendên şer, rêxistina şer dê ji aliyê kê ve û çawa werin avakirin? Ne tenê fêmkirina vê, şert û merc çi qas giran dibin bila bibin—çi zindan be, çi çiya be, çi qadên din bin—dîsa jî dîtin û gihandina van fersendan, meşandina vî şerî ya bênavber û di encamê de gihîştina serkeftinê ye! Pêdiviya wasiyetê ev e! Li vir divê mirov cidî be, divê mirov samîmî be.
Em berpirsiyarê bîranîn û wasiyetê hatin kirin. Berxwedana zindanê, şehîdên mezin ên berxwedana zindanê, şehîdên PKK'ê ne. Nexasim, nirxandina kesên ku di nav van berxwedanan de herî zêde ked dane û heta bi xwe anîne ziman ev e; dibêjin "zêde mezin nekin, fersendê nedin mezin kirinê jî". Berxwedana zindanan, berxwedanan çiya, berxwedanên siyaysî û leşkerî di cewher de ferqên pir mezin nîşan nadin, lê cudahiyên wan ên şêwazî hene. Kesên ku vê rastiyê bi hemû aliyên wê ve dijîn, dizanin ku jiyana derveyî welat hîn bêtir zehmet e; heke bi rastî bijîn, ew dizanin ku qada jiyan û têkoşînê ya li wir ji şert û mercên zindanê hîn bi êştir e. Şert û mercên çiyê jî zehmetiyên xwe yên taybet di nav xwe de dihewînin. Ji ber vê yekê, ji bo kesên ku rastiya PKK'ê bi hemû aliyên wê ve dijîn, cudahî ne pir girîng in û berxwedanên wan li her derê pir biqedr in, di heman rûmetê de ne.
Wekî parçeyekî vê, madem li ser navê berxwedana zindanê û şehîdên wê derketineke tê kirin, dirûşmek tê gotin; nexwe di vê mijarê de jî ji bo ku ez giştî hinekî din bi kîtekît şirove bikim û heke nezelaliyek hebe, wê zelal bikim, min digot ku gotina hin rastiyan ji bo xwediyên vê berxwedanê bi tevahî pir girîng e. Heke xwarbûnek hebe, heke xiyanetek hebe, ev çi ye? Gelo em di nav vê de ne, an li dijî wê ne? Têkoşîna li dijî vê çi qas hat kirin? Xeflet çi ye, tevlîbûn çi ye? Redkirin çi ye, pejirandin çi ye? Bêguman bersivandina van pirsan, yek ji erkên herî bingehîn ên hevalan e. Çawa ku erka hemû partiyan e, nexasim erka pêşîn a kesên ku vê rastiyê wekî goşt û neynûk bi hev re dijîn e. Çawa ku ev erk li hemberî tevahiya partiyê tê pêk anîn, bi taybetî jî bi rengekî hêstiyar zelalkirina helwesta xwe ya di vê mijarê de, ka ew li ku derê ne û gihandina wê ya bi îfadeyeke cewherî, deynê stûyê wan e.
Yên ku di dîrokê de dibêjin "ez jî heme", ew kes in ku pir baş dizanin ku divê bi vê hişmendiyê û bi vê tûjiya vînê ber bi pêşerojê ve bimeşin, ew kes in ku dilê xwe ji bo vê pir baş amade kirine. Ew kes in ku şêwazê lêdanê bi rengekî ku bi tevahî pêkan bike, birêkûpêk û bi hêz kirine. Em ê ji niha û pê de li ser vê bingehê pêşengiyê bikin. Em ê vê wateyê bi tevahî bidin meşîna we ya di nav PKK'ê de û em ê vê mîsoger bikin. Pêdiviyên gora ku ji gelê me re hatiye dayîn dê wisa werin cih. Gelê me dê ji bo şerê xwe yê resen wisa were rakirin û meşandin. Bi vê şêwazê, em ê her demê bêtir îspat bikin ku soza me ji mirovahiyê re dayî ev e; em ê nîşan bidin ku em ne rastiyeke piçûk in, em ê îspat bikin ku em her wekî rastiya mirovahiyê, rastiyeke wisa ne ku ji mirovahiyê re pêwîst e. Li ser vê bingehê, em careke din soz didin ku em ê vê biryardariya mezin û yekîtiya çalakiyê ya têkoşînê, teqez bi serkeftinê tacîdar bikin!...


