Beşa 4
Dergûşa Mirovahiyê Mezopotamya û Şoreşa Neolîtîk
Gava ku em di herikîna dîrokê de geşedana mirovahiyê lîkolîn dikin, em dibînin ku ji xêncî Homo sapiens, cureyên cuda yên mirovan jî jiyane.
Yek ji van cureyan, Neandertal in ku ji aliyê fîzîkî û biyolojîk ve pir pêşketî bûn. Wekî ku tê zanîn, Neandertal di dîroka mirovahiyê de wekî cureyê herî bi hêz û herî girsehî têne qebûlkirin. Her çend ji aliyê nav lêkirinê ve navê xwe ji Geliyê Neander ê Almanyayê girtibin jî, şopên wan ên herî rûmetdar û kokdar li Başûrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, di Şikefta Şanîderê de hatine dîtin. Fosîlên ku li vê şikeftê hatine dîtin û dîroka wan diçe 34 hezar sal berê, nîşan didin ku ev xak xwedî bîrewariyekê çendîn kûr a mirovahiyê ye. Neandertalan xwedî jiyaneke koçberî bûn û di nêçîrvaniyê de cureyê yekemîn ê pispor bûn. Ji ber ku di Serdema Qeşayê ya herî dijwar de jiyabûn, laşê wan pir bi mû û pozên wan pir mezin bûn. Di heman demê de, wekî civakeke zana û di hunerên destan de hoste dihatin nasîn. Her çend tê gotin ku hebûna wan a fîzîkî li ser rûyê erdê pir dirêj nekiriye jî, lêkolînên genetîk îspat dikin ku di mirovê îro de hîna jî genên Neandertalan hene. Nayê zanîn ka neslê wan bi temamî çawa qediya ye, lê tê zanîn ku wan ligel cureyê Homo sapiens di heman serdemê de jiyane û bi hev re ketine têkiliyê.
Cureyê dawî yê li ser cîhanê Homo sapiens e, yanî cureyê me ye ku geşedana xwe ya perasayî temam kiriye; ew yekane zîndewer e ku dikare aqilê analîtîk û aqilê hestiyar di nav têkiliyeke sîmbiyotîk de bi kar bîne. Homo sapiens, tê wateya "mirovê ku difikire". Vê cureyê dawî ku dikare hêza hiş û mentiqê xwe bi tam kapasîteyê bixe meriyetê, di avahiya xwe ya zihnî de aqilê hestiyar û aqilê analîtîk hûnandiye. Tiştê ku cureyê mirov temam dike, veguhartina ramanê ya ber bi rûmetbûna fikir û zihniyetê ve ye.
Aqilê hestiyar, şêwazê ramanê yê gerdûnî û lihevhatî ye ku bi xwezayê re di nav ahengekê de ye. Di xwezaya hemû zîndeweran de di asta refleks, xwerûsk û algiyên xwezayî de heye; zihniyetek e ku bêyî hesab û pirtûk, bêyî girtina tedbîrên berjewendîparêz ên ji bo paşerojê pêş dikeve û bi temamî pişta xwe dispêre rîtma xwezayê. Li dijî vê, aqilê analîtîk; sîstemeke mentiqê ye ku dikare demeke dirêj li ser rûdanan kûr bibe, plan bike û hesaban bike. Aqilê analîtîk ê ku xwedî hêza sêwirandinên xeyalî ye, gava ku ji girêdana xwe ya exlakî û polîtîk qut dibe, di cîhana îro de dibe cenawirekî ku şer, hilveşandin û kaosê qat bi qat zêde dike. Serdema teknolojiyê ya ku em tê de dijîn, aqilê analîtîk veguhartiye aqilê çêkirî (yapay zeka) û civaka xwezayî aniye asta tunebûnê. Ji bo paşeroja azad a mirovahiyê û xwerûska civakî, avakirina hevsengiya optimal (ya herî guncav) di navbera aqilê analîtîk û aqilê hestiyar de, ferzeke jiyanî ye.
Em mirov ne di ferqa hêza hiş û zihniyeta xwe de ne. Rexneya Rêbertiyê ya di vê mijarê de ku dibêje "Hûn hişê xwe têra xwe bi kar nayînin" pir di cih de ye. Gava em hiş û fikrê xwe bi hişmendiyeke azadîparêz bixemilînin û bixin xizmeta civakê, em dikarin geşedanên wisa mezin biafirînin ku xwerûska civakî ji nû ve rakin ser piyan.
Serdema Mezolîtîk û Sînorê Derbasbûna Neolîtîkê
Serdema Mezolîtîk, serdemeke navber e ku di navbera Paleolîtîk (Serdema Kevna Berê) û Neolîtîkê (Serdema Nû ya Berê) de wekî pirekê ye, yanî Serdema Kevna Navîn e. Di navbera salên B.Z. 20 û 14'an de, di dema şikestina serdema qeşayê ya dawî de qewimiye. Ev serdem ji bo Mezopotamya û mirovahiya cîhanê bûye şahidê geşedanên muazzam û erênî, ji ber vê yekê mîna "serdemeke xelekî" ye. Bi helandina qeşayan re, xak bi hemû dewlemendî û bereketa xwe ve wekî herêmeke berdar derketiye holê. Mirovahiyê di vê qonaxê de xwedîkirina heywanan fêr bûye, giyayên kovî nas kiriye û gavên yekemîn ên çandiniyê avetiye. Li herêmên Hewlêr û Colemêrgê bermahiyên vê serdemê pir têne dîtin. Tespîta Rêbertî ya ku dibêje "Mezopotamya dergûşa mirovahiyê ye", pişta xwe dispêre vê rastiyê ku mirovahiya ji Serdema Qeşayê derketî, li ser vê xakê bi jiyanê girtiye, civakî bûye û yekemîn şoreşa mezin a dîrokê ku bi çavan tê dîtin li vir ava kiriye.
Gava herî mezin a vê meşa dîrokî, geşedana ziman e. Derbasbûna ji zimanê nîşaneyan ê sembolîk û teqlîdî, ber bi zimanekî pêşketî yê ku pişta xwe dispêre ahenga peyv û dangan, encama sazbûneke bêhempa ya bi hezaran salan e. Zimanê ku bûye çand û nasnameya hevpar a mirovahiyê; gihîştina civakan a ji bo lihevkirinê, naskirina hev û geşedana hiş a bi leza muazzam dabîn kiriye. Ziman, amûr û rêbaza herî bingehîn a xwepastandinê (öz savunma), xwe îfadekirinê û parastina hafızaya civakî ye. Dîrok, bi vê zincîra xelekên sîmbiyotîk bi pêş de çûye. Derketina ziman, yekemîn şoreşa zihniyetê ya mezin a dîroka mirovahiyê ye.
Serdema Neolîtîk: Civakîbûn û Teşeya Dayik-Jin
Serdema Neolîtîk a ku di navbera salên B.Z. 12 û 4'an de qewimiye, wekî Serdema Kevna Nû jî tê binavkirin. Di cîhana zanistê de ev pênase cara yekemîn di sala 1930'an de ji aliyê Gordon Childe ve hatiye pêşxistin. Serdema Neolîtîk, sînorê herî pîroz e ku mirovahî tê de bi exlakê civaka xwezayî jiyaye, lê di heman demê de ev avahiya xwezayî dest bi hejandinê kiriye. Heta vê serdemê di navbera civakên mirovan de şerê saziyî, qirkirin û fêlbazî tune bû; lê belê bi dawiya Serdema Neolîtîkê re, li ser navê mirovahiyê rûdanên neyênî û hiyerarşîk sînorên xwe diyar kirin. Rêberti ji bo vê serdemê hem pênaseya "Şoreşa Çandiniyê" hem jî "Şoreşa Neolîtîkê" bi kar tîne. Ev der, lûtkeya zêrîn a civakbûnê ye.
Derbasbûna ber bi jiyana rûniştî ve di vê pêvajoyê de, li quntarên zincîra çiyayên Toros-Zagrosê bi gundên yekemîn dest pê kiriye. Hejmara heywanên ku hatine kedîkirin mîna bizin, mîh û berazan di vê serdemê de zêde bûye. Keşfkirina giyayên kovî û xistina wan a bin xizmeta çandiniyê dewlemend bûye; lê ji bo keşfa yekemîn, tamkirina yekemîn û ji bo fêrbûna ka kîjan giya şîfadar e û kîjan bi jehr e, bi hezaran dayik-jin di dema ceribandinan de jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê çendê ye ku Rêberti, Şoreşa Neolîtîk a ku li dora Dayik-Jin pêş ketiye, rasterast wekî "Şoreşa Jinê" bi nav dike. Ce, genim, xelek, tirî û giyayên ku di bijîşkiya xwezayî de têne bi kar anîn, di vê serdemê de bi keda jinê hatine keşfkirin. Keşfkirina genim û hêrandina wî ya di navbera kevanan de û veguhartina wî ya ber bi nan ve, mezintirîn keşfa dîroka mirovahiyê ye. Keşfa yekemîn, hîmê yekemîn ê zanistê ye û dayik-jin vê afirandina xwe tu carî nekiriye milkê xwe yê taybet, rasterast civakî kiriye û pêşkêşî giştî kiriye.
Dayik-Jin a ku pêşenga civakê ye, tevî hemû êrîşên baviksalar ên ku di dirêjahiya dîrokê de rû bi rû maye jî, karibûye vê hişmendiya xwe ya afirîner û hêza xwe ya parastinê heta roja me ya îro biparêze. Hemû hewldana jinê; li ser komkirin, têrkirin, rêxistin kirin, parastin û xwedîderketinê hatiye avakirin. Ev taybetmendiyên gerdûnî, dayikê bi awayekî xwezayî datîne navenda jiyana civakî. Mîsyona komkerî û parastinê, hiştiye ku civak li dora dayikê bibe yek û vê afirandina muazzam di hafızaya dîrokî de dayik-jin gihandiye asta "Xwedawandiyê". Serdema ku jin û civak wekî yek hatine dîtin û pîroz kirin, ev serdem e; yekitiya jin û xwezayê dispêre vê dîrokê.
Ji bo me, ev pênase pîvaneke şoreşgerî e; wekî ku Rêberti ji bo me jinan diyar kiriye: "Divê jin an xwe bigihînin hişmendiyeke wisa ku wan bibe asta Xwedawandiyê, an jî di nav sîstema serdest de mehkûmî tunebûnê bibin." Ya em ê bi temamî civakî bibin û hemû bedewî û keda xwe diyarî gelê xwe bikin, an jî em ê di gêreka pergalê de winda bibin. Felsefeya "Yek ji bo hemûyan, hemû ji bo yekî" ji hişmendiya exlakî û polîtîk a nasnameya jinê afirîye. Pîvanên exlakî û polîtîk ên ku tevgera me îro wekî esas digire, li gel pîvanên civaka xwezayî yên Serdema Neolîtîkê ji heman kaniya dîrokî diherikin. Wekî Partî, em mecbûr in ku van pîvanên pak ên civakîbûnê ji xwe re bikin rêber.
Civakîbûn, şêwazê hebûnê ê mirov e. Rêbertî diyar dike ku di cewherê hemû zîndewaran de mekanizmayeke parastina rewa heye û wekî mînaka her herî bedew "felsefeya gula ku xwe bi strîyên xwe diparêze" dide. Di vê çarçoveyê de, mirovê ku ji aliyê biyolojîk ve zîndewarê herî bêparastin û qels ê li ser rûyê erdê ye, ji her kesî bêtir hewcedarê parastina rewa ya civakî ye. Mirovê ku bi tenê serê xwe nikare di xwezayê de bijî, tenê bi civakîbûnê û bi girêdanên exlakî dikare bi hêz bibe. Mîna hinek cureyên çivîkan ku gava nikarin xwe bi tenê biparêzin, bi komî (sûrû) tevdigerin û modela parastinê ya muazzam pêş dixin; di her qada xwezayê de modelên cuda yên parastina rewa hene. Di zimanê Kurdî de, koka "Da" ya di peyva Dayik de û koka "Da" ya di têgeha Xwedawand de, rasterast tê wateya "ya ku dide, ya ku xwe feda dike, ya ku ji xwe bêtir derdora xwe bi hebun dike ye". Di cîhana heywanan de dayiktî heyameke kurt a xwedîkirin û perwerdekirinê dihewîne (wekî mînak parastina pisîkê ya ji bo tîtikên xwe heta ku fêrî nêçîrê bibin), lê di nav mirovan de dayikek ji bo ku zarokê xwe mezin bike û bîne asta ku li ser piyan raweste, herî kêm heft salên xwe yên bênavber û keda xwe ya kûr dide. Dayik-jina Serdema Neolîtîkê êdî ne hebûneke kesane ye, rasterast civak bixwe ye.
Avahiya Klanê û Pîvanên Civaka Xwezayî
Avahiya civakî ya herî dînamîk a Serdema Neolîtîk a li ser eksena jinê, klan e. Klan, bi giştî ji civatên homojen ên ku ji 15-20 kesan pêk tên re tê gotin. Rêberti dibêje: "Klan, nasnameya yekemîn a heqîqî ya civakê ye." Gava em li şêwazê jiyana klanê dinêrin, em şêwazê dayik-jin ê dilovan, adil û ekolojîk bi awayekî herî zelal dibînin. Klan bi temamî li dora dayikê dibe yek. Li vir nêçîrvatî tenê ji bo têrkirina ziman (zik) tê kirin; tu carî nabe amûreke xerabkirinê yan jî kêfxweşîyê. Kuştina heywanên piçûk, qetandina giya yan jî fêkiyên ku hîna negihîştine, pîvana exlakî-ekolojîk a herî bingehîn a klanê ye. Di vê serdemê de milkbûn, saziya zewacê yan jî têgeha "bav" hîna pêş neketiye; malbat li ser navê dayikê dimeşe. Jin, ji ber hewcedariya civakî û ji bo berdewamiya jiyanê têkiliyê datîne û zarokan tîne cîhanê. Jiyan bi temamî wekhev e.
Di zihniyeta klanê de felsefeya Anîmîzmê (Zîndewerparêzî) esas e. Li gorî vê felsefeyê, gîyanê her tiştî di xwezayê de heye ve her tişt girêdayî hev e; di navbera mirov û xwezayê, jin û mêr, zarok û dayikê de hevsengiyeke tam û ahengeke bêkêmasî heye. Zirarstendina xwezayê, wekî zirarstendina civakê tê dîtin. Li ser vê şêwazê jiyana komûnal a ku tê de hiyerarşî û serdestî tune ye, Şehîd Elî Heydar Kaytan (Hevalê Fûat) vê tespîta dîrokî kiriye: "PKK klanek e." Belê, tevgera me ji aliyê kokên xwe yên dîrokî ve klaneke azad e û em jî ji bo xizmetkirina vê klanê pîroz, ji bo xizmeta gelê xwe li vir in. Ji bo ku gelê me hewcedarê mêtingar û serdestan nebe, deynê me yê xizmetê ji vê civakê re heye; bi heman şêwazî, em jî heta ku bibin parçeyek ji vê klana azadiyê, dikarin bibin xwedî wate.
Di civaka klanê de pîvanên exlakî xwedî hişkiyek mîna polat in, tu carî tawiz nayê dayîn; lê belê di qada pêkanîna polîtîk de her tim nerm, avaker û hembêzker in. Îro xeta îdeolojîk a tevgera me jî bi temamî vê diyalektîkê esas digire: Di pîvanê de biryardarî, di polîtîkayê de nermbûn!
Pîvanên Exlakî yên Bingehîn ên Civaka Klanê:
- Parastina xweza, ekolojî û hebûna xwe ya civakî li ser bingeha parastina rewa.
- Di her qadê de esas girtina wekheviya mutleq.
- Qebûlkirina azadiyê wekî yekane şertê hebûna civakî.
- Danîna edaletê li navenda hevsengiya navxweyî ya civatê.
- Esas girtina camêrî, parvekirin û hilberîna kolektîf; redkirina milketparêziyê.
- Di her kêliya jiyanê de hûnandina nirxên etîk û estetîk.
- Li şûna pelçiqandina hev, temamkirina hev a bi rûhê komûnalîzmê.
- Hebûna hezkirin û rêzgirtineke kûr ji bo xwezayê, kedê û rêhevaltiyê.
Ev nirxên exlaqî yên civaka ku li dora Dayik-Jin pêş ketiye, ne ji yasa û qanûnên nivîskî, lê ji nav dilê jiyanê sazbûne û bûne pîvanên esasî. Şêwazê fermandariya me û sekinandina me ya mîlîtanî, tenê bi fêmkirin û hembêzkirina vê exlaka dayik-jin û klanê ku xwazaya civakî gihandiye lûtkeyê, dikare bibe xwedî rûmet.
Ji dersên ku Heval Viyan Mardîn li Akademiya Jinên Azad a Şehîd Berîtanê dane, hatiye berhev kirin. Dê berdewam bike...


