DIVÊ MIROV ÇAWA BIJÎ?
Gava em dest bi lêgerîna xwe ya heqîqetê dikin, pirsa yekemîn a ku derfeta rûbûna bi xwe dide me, pirsa "Divê mirov çawa bijî?" ye.
Biryardana li ser pergala jiyanê, berî her tiştî bi redkirina radîkal a tiştê ku ji aliyê pergala serdest ve li ser te hatiye ferzkirin dest pê dike. Ji bo me, tiştê ku li ser me hatibû ferzkirin; koletî, têkçûn û windakirina îradeyê bû. Tiştê ku sîstema serdest her tim wekî para me dîtibû; serneketin, serxwarî û bêhêvîtî bû; hem di asta civakî de û hem jî herî zêde wekî jin... Ji ber vê yekê, pirsa ’Divê mirov çawa bijî?’ ji sînorên lêgerîneke klasîk pir wêdetir, xwedî giringiyeke jiyanî ye. Gava bersiveke rast û şoreşgerî ji vê pirsê re were dayîn, êdî di sînorên kesayetiya berê de jiyankirin ne gengaz dibe.
Bersiva tenê û mutleq a ku li cem me ji bo pirsa "Divê mirov çawa bijî?" heye; di dema jiyankirinê de tenê kilitbûna li ser serkeftinê ye û di her pratîkê de girtina hedefa teqez a serkeftinê ye. Gava mirov hez dike, divê mirov ber bi rûmetbûnê ve biçe, xwe ji gêreka jiyana pîs û hêsan biparêze û tu carî nebe xwediyê sekinandineke adetî. Bi hêza ramanê meşîn; bi zanîna ku tu çi dikî û bi dilsoziya peymana azadiyê bêhnstandin e ev jiyan. Gava mijar dibe ku mirov di nav PKK’ê de çawa bijî, ev pirs hişmendiyeke pir xurt û kûrtir dixwaze. Ji bo mîlîtanekî PKK’ê, bersiva jiyana rast; bûna bi hêviya hêviyê bixwe û girêdana bi jiyanê re ye heta wê astê ku mirov karibe mirinê bi felsefeyê bikuje.
Ev jiyan, meşîna li ser xeta Mazlum, Kemal, Hayrî, Akîf û Eliyan e ku di bin şert û mercên tarî û hov ên Zindana Amedê de, ya ku bêhêvîtiyê ferz dikir, bi dildariyeke mezin û heta dawiyê girêdayî jiyanê man. Zîlan, Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bermalên ku bi veguhartina laşê xwe ya ber bi topekê ji agir ve, jiyan ji nav xweliyên wê ji nû ve afirandin, bi awayekî herî zelal nîşanî me dan ku divê mirov çawa bijî. Ez jî gava min pirsa "Çawa divê mirov bijî?" cara yekemîn ji dil û hişê xwe pirsî, min tenê bersivek dît: "Divê mirov mîna wan bijî!" Mîna wan bi berxwedaneke bi heybet bijî, mîna wan bi afirandina xwe ya ji nav xweliyên xwe bijî, mîna wan di şerekî bêhempa de bijî...
Hêza yekane ya ku ez anîm ser van çiyayên azad û pîroz, ev pirsa "Divê mirov çawa bijî?" bû. Min qîriya ku ez ê ew şêwazê kolevarî û jiyana bêrûmet a pergalê qebûl nekim. Min got ku divê ez bi azadî, bi rûmetî; di şopa qencî, rûmet û rastiyê de bimeşim. Di wê kêliyê de, min rûyê xwe zivirand ber bi çiyayên azad ve ku bi hemû heybet, rûmet û xurtbûna xwe li pêşberî min rawestiyabûn. Ez hatim ser çiyayên me yên stargeh ku me ji xezeba zaliman diparêzin û me hembêz dikin. Ez jî tevlî wê govenda esîl a lûtkeyên me bûm ku mîna ku ketibin şahiyekê li pey hev rêz bibûn. Di geliyên wan ên kûr de ku dişibiyan hembêza herî germ a dayikê, bi roj û şevan bi înad meşiyam. Di bin ezmanê bi stêrk de, ketim nav xewên herî şîrin ên temenê xwe. Li ser lûtkeyên ku agirên azadiyê lê dihatin geşkirin, min ligel rêhevalên xwe bi tevahî qîrîna xwe ve stranên şoreşgerî û kilam gotin.
Û gava roja wê hat, li dijî wî dijminê mêtinger ê ku dixwest jiyana pîroz û rast tune bike, min ji mavzera xwe hêrseke mezin û bêhempa reşand. Ez li dijî wan kesên ku dixwestin ezmanê me yê bi stêrk bixin nav tarîtiyê, bi îradeyeke ji pola ve rawestiyam. Her çend min nekaribe mîna stêrkên me rêhevalên şehîd ku li ezmanan dibriqin geş bibim jî, herî kêm ji bo ku ez bibim yek ji wan, min têkoşîneke mezin meşand, min şer kir. Min bi xwe re, bi aliyên xwe yên paşverû re, bi dijminê xwe re û bi her cûre hişmendiya ku li dijî jiyana rast e re şer kir. Tenê rêyeke ku min hilbijartibû hebû: Nivîsandina dîrokê... Hemû hewldan, şer û têkoşîna min; ji bo ku ez di wî çaxê zêrîn ê dîrokê de cih bigirim, bigihîjim mirovê heqîqî û bibim xwediyê jiyaneke mirovî bû. Pîvanên min, diviyabû di xeta ku ev rêya pîroz diyar kiriye de bana. Qebûlkirin û redkirinên min diviyabû bi van pîvanên şoreşgerî têşe bigirtan. Li her qada ku ez çûmê, li ser her şiverêya ku min pê lê kir, ez bûm şopandereke tund a van pîvanan.
Çiya, ji bo her mirovê ku dixwaze rast û azad bijî, bi fersendên bêdawî tije bû. Ji bo ku tu tiştê ku ji aliyê sîstemê ve li ser te hatiye ferzkirin derbas bikî, li vir her tim şansekî te yê din hebû. Wekî ku Rêbertî jî diyar kiriye, ev rûmeteke mezin û romaneke bêdawî bû. Û ez ji wan kesên herî bi şans û serbilind bûm ku min di nav vê bêmiriniyê de jiyan dikir. Tevlîbûna li nav wê jiyana esîl a PKK’ê; ji bo min tê wateya jiyana rast, gihîştina heqîqetê û nemirinê.
Gelo Ez Dikarim Dengên Li Çiyayan Ji We Re Bêjim?
Gelo we tu carî barîna berfê ya li çiyayan dîtiye? Heke hûn li ser lûtkeya çiyayekî nebûbin şahidê barîna berfê, di jiyana we de rengekî pir mezin, wateyeke pir mezin kêm maye wê demê. Ji ber ku li çiyayan berf bi şêwazekî pir cûda dibare. Berfa ku li çiyayan dibare, naşibe berfa ku li tu herêmeke din a cîhanê dibare. Krîstalên berfa çiyayan bixwe jî cuda ne; rengê wê cuda ye, dengê wê cuda ye...
We şaş nebihîst; dengê berfa ku li çiyayan dibare, xwedî dengekî taybet û mezin e. Ew kesên ku vî dengî cara yekemîn dibihîsin ji matmayînê dilerizin. Lê heke fêrî pîroziya guhdarîkirina wî dengî bi dilê xwe bibin, ew deng di rêyên herî bêşiverê de dibe rêberek ji bo wan. Di bîboka herî dijwar de, di bahoza ku çav çavan nabîne de jî, bi pistepista bi wan re rêya wan ronî dike. Heke we dengê esîl ê berfê hîna nebihîstibe, hûn bibin muzîsyenê herî dahî yê cîhanê jî, yek ji notayên ku we amade kiriye teqez kêm e wê demê. Ji ber ku dengê berfa li çiyayan, notaya nehemîn a bi dizî ya muzîkê ye. Û heta îro li ser rûyê erdê pir hindik mirov karibûne wî dengî bibihîzin.
Ez duh şev derketim derve û min guhdarî wê notaya nehemîn a bi efsûn kir. Min berfa ku bi lepelep û bi bêdengî dibarî li ber deriyê mangayê temaşe kir û min guh da wê bêdengiya kûr a şevê. Pêşî ez hinekî lerizîm; piştî wê min kûrahiya hestekî wisa jiyan kir ku pênasekirina wê ne gengaz e. Ew kesên ku dengê bêdengiyê dibihîzin, belkî hinekî be jî wê nas dikin. Lê ev ne tenê bêdengî bû; dengekî pir cudatir û mîstîk bû. Dengekî ku hêdîka diçû nav dilê mirov û piştî wê pêl bi pêl bilind dibû... Çirûska sivik a ku krîstalên berfê gava digihîştin axê derdixistin, li ezmanan dixist, vedigeriya û bi bêdengiya şevê re dibû yek; ev rewş, ji orkestrayên herî dahi bêtir, şahiyeke muzîkal a pir mezin çêdikir li çiyayan.
Her carê ku ez van dengan dibihîzim, di hundirê xwe de dibêjim "Xwezî ez bibûma helbestvanek". Wê çaxê ez ê bibûma dengê wê pirtika berfê ya tenê ku li cîhê herî kûr û bêdeng maye; min ê dengê tevgera mezin a xwezayê, tevgera bêdawî bikira beyt. Gava dengê berfê di dilê mirov de dibe nota, ahengeke pir mezin derdikeve holê. Gerîlayekî ku wî dengê bi dizî dibihîse, teqez pênûsa xwe digire destê xwe û dixwaze wê kêliyê nemir bike. Min jî wıha kir; bi wî hestî ez bazdam ser rojnıvisa xwe. Min xwest ez dengê berfê bi peyvan xêz bikim. Lê ez zanim ku min çi kiribe jî kêm ma. Dibe ku jî diviyabû mirov bi boyaxên rengîn li ser tualeke mezin wêneyek çêbikira; yan jî min ê ji vê dengê xwezayê besteyek biafirandiba. Gelo ev sembolên hişk ên ku mîreka pênûsa min li ser kaxiza spî hiştine, dikarin bahoza hestekê wisa bi temamî bêjin? Kî dizane, belkî reng û dengekî taybet ê hestan jî hebe. Wekî mînak; gelo ew heqîqeta mezin a ku jê re "hezgînî" tê gotin, tenê ji van pênc pîtên ku min li ser vê kaxizê nivîsandine pêk tê? Yan jî fîgurê dilekî pembe ku ez ê li ser kaxizeke vala xêz bikim, dikare hezgîniyê bi temamî nîşan bide? Gelo notayên sînordar ên di straneke evînê de, dikarin wê kûrahiya bêdawî ya evîna rastî pênase bikin?
Wekî ku tu dibînî hest; ne di nav nivîsê de, ne di nav reng de û ne ji nav deng de cih digirin. Mirov di bêkirina tiştên ku bi çavên xwe dibîne û bi dilê xwe hîs dike de her tim sînordar e. Ne peyv, ne reng û ne jî nota têrê nakin ku mirov heqîqetê bi temamî biqîre. Wekî mînak, gelo em dikarin jiyana gerîla bi hemû kûrahiya wê ya felsefî û pratîkî ji derve re bêjin? Di vê şeva zivistanê ya sar û seqem de, heke ez hewl bidim wateya esîl a jiyandina wekî komeke gerîlaypn jin yên li ser lûtkeyên Kurê Jaro bêjim, gelo peyvên min dikarin têrê bikin? Heke ez tenê behsa roja me ya îro bikim jî, peyv, reng û nota dikarin çi qasî ji vê jiyana mezin nîşan bidin?
Heke ez bibêjim: "Em bi tîrêjên yekemîn ên sibehê, bi dengekî rêhevaltiyê yê 'Rojbaş' şiyar bûn. Piştî wî rîtuelê sibehê yê pîroz ku me porên hev hûnandin, em bi şahî ketin xebata amadekirina taştê. Me taştêya xwe ya gerîla ku her kesî ji aliyekî ve girtibû kir û yekser piştî wê em ketin pozîsyona perwerdeyê. Piştre rêhevalê nobedar ê rojê bernameya îro ji me re got: 'Sibehyê dersa Dîroka Kurdistanê heye, piştî nîvro jî xebata me ya berfkomkirinê heye' hate gotin."
Niha, ji bo kesekî ku jiyana çiyê nizane, ez çawa dikarim "berfkomkirinê" pênase bikim? Gava mirovên din berfê dibînin, xwe li nav kincên xwe yên herî stûr dipêçin û li ber sobeyên xwe yên germ rûdinên; çûna me ya gerîlayan a ji bo xebata berfkomkirinê, ji bo kesekî ku ji dervede dinêre tê çi wateyê? Em di van lûtkeyên dijwar de çawa dijîn, çima em berfê kom dikin? Heke ez destpêkek wisa bikim, gelo min heqê rastiyê daye: Berf ji bo me, ji bo demsala havînê ya şewatbar amadekariye; ji ber ku em li ser lûtkeyan in, em hêza tepeyê ne. Komkirina berfê ya zêde, di havînê de tê wateya ava zêde. Û ji bo hêza tepeyê av, çavkaniya herî stratejîk e ku bi jiyanê re wekhev e. Heke av tune be, zehmetiyên pir mezin derdikevin holê. Em hêzeke wisa ne ku di her şert û mercî de dikarin li ber xwe bidin û jiyanê bi îradeya xwe ya şoreşgerî xweş bikin. Birçîbûn û tîbûn jî ji bo me ne pirsgirêkên ku nayên derbaskirin in; ya esas îrade ye, bawerî ye.
Lê belê, xwe bi korayî mehkûmî zehmetiyan kirin jî ne şêwazê gerîla ye û wekî jêhatîbûn nayê qebûl kirin. Ji ber vê yekê ye ku barîna berfê ji bo hinek kesan tenê rûdaneke xwezayê ya romantîk e, lê ji bo me gerîlayan hem romantizmeke kûr e û hem jî wezîfeyeke jiyanî ye. Her çaxê ku berf dest pê dike ku bibare, em hemû bi kelecaneke şîrin dest bi hesabkirinan dikin. Gelo dê çend metre berf bikeve, dê çi qas li ser erdê bimîne, dema herî guncav ji bo birina berfê ber bi şkeft û depoyan ve çi çax e, em ji hev dipirsin. Ji her serî texmînek bilind dibe: "Li gorî şêwazê barîna berfê, îsal dê berfeke zêde bikeve ser çiyayên me" tê gotin.
Heke ji aliyekî ve berf bilepelep dibare jî, ji aliyê din ve di nav mangayê de xebata me ya perwerdeyê bi hemû kûrahiya xwe berdewam dike. Ev sê zivistan in ku ez li ser vî girî dimînim; ez vedigerim û difikirim, ez dibînim ku ez çi qas tişt fêr bûme. Ji bihîstina dengê berfê, heta dabînkirina hewcedariyên me yên jiyanî yên herî giran bi kedeke kolektîf û perwerdekirina hişê xwe di asta ya îdeolojîk de; min çi qas nirxên mezin kom kirine ji bo jiyanê.
Îro me dersa xwe ya Dîroka Kurdistanê qedand. Min ev ders her tim bi baldarî û dildariyeke mezin dişopand. Di her sernavê mijarê de, gava ez diçûm nav kûrahiya dîrokê, min bêtir ji xwe dipirsî. Di destpêkê de, gava min fikirî ku min çawa kariye ku ji evqas komkujî, talan, îşkence û li dijî vê yekê ji berxwedanên asîl, isyan û serhildanên ku bilind bûne wisa neagahdar bijîm, wekî Kurdekî ez pir ji xwe aciz dibûm. Her ku ders pêş de diçû û dîroka komkujiyên hov û mêtinger ên ku li ser gelê Kurd hatine kirin li ber çavên me ronî dibû, hêrsa min a li dijî dijmin mîna çiyayan mezin dibû. Min li kesayetiya xwe bixwe mêze dikir; ka min di hundirê xwe de ji sîstema paşverû û koledarî ya wî dijminî çiqas şop rakirye, min xwe di parzûnê re derbas dikir. Vê carê ez ji xwe aciz dibûm. Ez aciz dibûm, min dipirsî, min analîz dikir û min navê her tiştî rast datanî. Min xwe bar dikir; zira min dixwest ku ev êş bibe sedema guhertineke xwerû ku ez ê xwe ji nav xweliyên xwe biafirînim.
Her carê ku ez bi dîroka me re rû bi rû dihatim, min ji xwe re digot: "Tu ne tenê şervanekî, divê tu bibî mirovekî tam ê armancê." Min wekî hedef ji xwe re "Amargî" (vegera ber bi azadiyê, dayikê û kokan ve) hilbijartibû. Ji ber ku bêyî vegera li ser cewherê xwe, tu çi qas hewldan bidî jî, ji derveyî têkbirina dijmin, hebûna li ser vê axê bixwe jî gengaz nedibû. Diviyabû ez vegeriyama ser cewherê xwe; ser dayikê, ser çanda xwedawendiyê û ser xwezayê. Îradeya xwerû, hêza xwerû, rêveberiya xwerû û baweriya xwerû; pênaseya rastî ya azadiyê ev bû. Ev hemû têgehên pîroz, her ku min dîroka me fêr dibû, mîna çeman diçûn nav hiş û rûhê min.
Li derve hîna jî berf bi bêdengiya xwe ve dibare. Di nav wê dengê berfê yê bi dizî de, kî dizane niha li kîjan şiverêya çiyayan komeke gerîla rêya xwe dibîne û ber bi serkeftinê ve dimeşe. Ez nizanim peyvên min çi qasî têrê kirin ku em, jiyana me û vî şerê pîroz bêjin; lê di vê şeva zivistanê ya sar de, ji bo niha bi rêhevaltiyeke kûr ez ji rojnivîsa xwe re dibêjim: "Şev baş."


