• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. RÊBER APO

Kesayetên Ku Li Xeyalên Xwe Yên Zarokatiyê Xiyanet Nekirin Kesayetên Bihêz in

RÊBER APO  

Tiştê ez behsa xeyalên xwe yên zarokatiyê dikim; tiştên baş hizirandin, tiştên baş têgihiştin her demê xwezayî, yê tê hezkirin, hevaltî û aştî hêvîkirin bû. Xeyalên zarokatiyê kêm zêde wiha tê diyarkirin. Zarok biharê dixwaze, tiştê şêrîn dixwaze, hezkirinê dixwaze, aştiyê dixwaze, pêwendiyê dixwaze bi kurtayî dinyayeke xeyalî dixwaze. Rewşeke me ya ku em ji bo bigihîn dinyayeke wiha, me jiyana xwe danî holê. Wateya xiyanet nekirina li xeyalên xwe yên zarokatiyê afirandina dinyayeke ji dijmintiyê ferz kirinê û her cure kirêtiyê ku xwe rizgar kiriye, her kesek weke zarokan şad kêfxweş e, hev weke dijmin nabîne, her dem aştî û hezkirinê dijî ye. Xeyal ev in. Wê demê jî ev xeyal hebûn, niha jî hene. Lê belê ev xeyal bi tekoşînê her diçe bi şerekî dijwar ve tê bidestxistin. Wateya xiyanetnekirina xeyalên xwe jênegerîna dinyayeke wiha ye.

Tekoşîna min û kesayeta min a ji wê rojê hetanî niha ku min pêş xistiye dadîtine holê ku, ez bi tundî xeyalên xwe dişopînim, ev jî şêwazeke baş e. Kesayetên ku xiyanet li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekirine, kesayetên bihêz in. Hindek ji van mirovên zanist, hindek mirovên çalakiya şoreşgerî, hindek jî dibin hunermend. Kê çi qasî xeyalên xwe yên zarokatiyê rasteqîn bijî ew kesayet ew qasî mezin dibe. Ez dikarim bi dilrihetî diyar bikim, xiyanet nekirina min a zarokatiyê ez birime milîtaniya şoreşgerî ya berfireh. Ji ber ku xeyal, hêvî, azwerî û xwestekên wê demê dest jê nehate berdan û gav bi gav azwerî û hêza pêkanîna vê hate bidest xistin. Ango hindekî din zanistî bû. Hindekî ev dinya hate naskirin. Neçariya bi nakokî û rastiya xwe ve ferzkirina çareseriya şoreşgerî derkete holê. Xeyalên zaroktiyê di cihekî de tenê bi hembêzkirina şoreşê ve tê bidestxistin. Şoreş jî hindekî amrazekî herî bingehîn a gihiştina xeyalên zaroktiyê ye. Ji ber vê jî şêweyê jiyana şoreşgerî şêweyê jiyaneke zarokatiyê ye.

Em hindekî jî weke zarokan in. Ji ber ku em bi xeyalên wan ve dagirtî dijîn. Wê demê jî wiha bû û niha jî bi vî rengî ye. Cihêbûna di navberê de niha em bi rastiyên dijwartir re di nava hev de ne, di nava tekoşîn û şerekî berfireh de ne. Lê belê xeyal dîsa ew xeyal in. Hindekî din serkeftin heye, hindekî qezencekî rastî mijara gotinê ye. Tê wê wateyê ku me ji zarokatiyê pê ve jiyan rast bi dest girt, ji bo xeyalên zarokatiyê bi tundî giredaniya me bi hemû hêza xwe ve hembêzkirina me ya wan xeyalan, sedemeke herî girîng a din ku me hêz qezenckiriye û em di riya rast de ne. Me xiyanet nekir, em rast, cewherî û paqij man. Lê belê em rasteqîn bûn. Me xwe tenê bi xeyalan têr nedît. Bi hewildaneke mezin ve em ber bi tekoşînê ve çûn. Ev jî nîşan dide ku em ji zarokbûnê dûr ketin û mezin bûn. Me ev jî di dema wê de raber kir. Di encam de me dinya herî baş, têkîliyên herî baş bi kurtayî girêdaniya mezin a doza gihiştina jiyana azad wiha fêm kir û wiha jiya. Em kar dikin ku vê ji bo civakeke mezin û mirovahiyê pêk bînin.

Çîroka Min Çîroka Herkesekî Ye

Bêguman pêwîste ev pêvajoya deh salan bi hemû aliyên xwe ve di çîrokê de yan jî di romanê de were vegotin. Lê belê em werin berî wê. Gelo serkêşê romanê bi şensekî ve yan jî bi bêşensiyekê ve rûbirû ma? Yan jî gelo hewildaneke gelekî bi plan û bi zanebûn dest pê kir?

Di rastiya Kurd de bi taybetî jî di bûyera afirandina hestan de wendakirineke mezin tê jiyîn. Di vê xalê de li pey hev ev tespît pêş xistin ne zehmet e. Di têkîliyên jin û zilam de kevneşopî serdest e. Her kesek dikeve bin serdestiya vê. Serkêşê me yê romanê hindekî biguman li vê temaşe dike û bi metirsî lê temaşe dike. Bi hêsanî weke pez stûyê xwe naxe bin kêrê. Ev piştre ji aliyê rizgarkirina hestan de girîngiyeke mezin rave dike. Lê belê ew nirxên civaka bûrjûva ku bilind dibe, bi destên nokerên, di Kurdistanê de ev tişt gihandina raveyeke gelekî xwedî hêz dihêle ku ev kesayet zêdetir xwe bigre hundirê xwe. Ew xwe di nava neçariyeke mezin de dibîne. Ev çewisandina hestan dihêle ku ew bigihê komeke şoreşger. Di vir de bandor hetanî dawiyê pêşçav e.

Serkêşê romanê bi navê welat û gel; heta bi navê azadiya jinê xwe ji bo mêrxasiyê amade dike. Wê demê dibêje; “Kê derdikeve hemberî min bila derbikeve, dibe gelekî binakok be, dibe gelekî bi aheng be dîsa jî ezê derbikevime serî.” Heta di vê mijarê de hindekî jî çavtarî ye, ji ketina nava helwestekê ku aliyê wê yê hest zêdetire jî natirse. Lê belê di vir de bingehê polîtîk gelekî girîng e. Ji bo hest diwêre, lê belê zemînê ku pêlê dike, misoger polîtîk e. Ger hûn dixwazin teqez ji vê encamê derbixin, divê hûn bi pirsên weke di bingehê ku tiştên me ji aliyê hestan de kiriye, tê de polîtîka heye yan jî nîne? Gelo zemînê polîtîk gelekî cidiye û gelekî girêdayî ye? Xwe lêpirsîn bikin, serkêşê me di vê mijarê de ji xwe bawer e. Dibêje; “Ez bimirim jî dest ji vê zemînê bernadim.” Ji ber wê jî hember dixwaze bi ku ve bibe bila bibe ew li ser pîvanên xwe serdest e. Dîve hest çavan kor neke, ji zemîn qut neke. Bi temamî xizmeta wê bike. Pêwîste em vê hestê lêkolîn bikin, ji bo rastiya gelê Rojhilata Navîn jî ev gelekî girîng e. Serkêşê me yê romanê her diçe dixwaze kûr bibe û hesta azadiya pîroz bidest bixe.

Em dixwazin wateyê bidin rewşa malbata Kurd di roja me de ya biêş û hilweşiyaye, xiyaneta wê ya welat û mirovahiyê ew asta wê ya ku dijberî azadiyê û hemû diyardeyên jiyanê ye, ya ku gelekî kirêt dike, neçar dike ger gengaz be em dixwazin ji vê re riya rizgariyê peyda bikin. Em dixwazin bi feraseta namûsê ya ku hatiye berovajîkirin, pê pênaseyekî û naverokekî bidin qezenckirin. Em dixwazin ji bo ku jiyan xweşik bi pêş bikeve piştgiriyê bidin. Gelo di vê wateyê de serkêşê me yê romanê dikare ji bo van hemû tiştan bibe bersiv? Gelo gavên ku diavêje di cihê xwe de ne? Lêkolîneke mezin ji bo van pêwîst e. Ji ber ku dixwaze piştî ketineke mezin bi destpêkirina jiyanê ve bilindbûnê bi dest bixe. Vê gavê di nava serûbinbûna mezin a welat de tê xwestin ev yek were pêkanîn. Ev vediguhere şerekî mezin. Tê xwestin ku rêya jiyanê were peydakirin. Nedîtin û nebihîstina wê tê wateya rewşekê ji kor û kerekî hîn xirabtir jiyînê. Gelo di vê wateyê de silav dayîna jiyanê, rêzgirtina jiyanê, ma bi namûsê tê kirin? Gelo ma serkêşê me di vê mijarê de rastî rûxmî hemû zehmetiyan fêm kiriye? Em vê lêpirsîn dikin. Bila kesek vê ji rêzê nebîne û teqez fêm bike. Ji ber ku di vê çîrokê de çîroka her kesekî veşartî ye.

 

Ayrıntılar
Görüntüleme: 549

Serdemeke Nû Dest Pê Dike

Rêber Apo

 

Silav ji gelên Rojhilata Navîn û ji yên Asyaya Navîn re, ku bi tifaqeke herî mezin vê roja berxwedanê û roja vejînê bi hev re pîroz dikin…!

Silav ji gelên bira re, ku bi coşeke mezin, bi ruhê demokrasiyê û di nav xweşbîniyeke mezin de, Newroza serdema roja nû, û bi ronahiya rojên nû, bi hev re pîroz dikin…!

Silav ji rêwiyên rêya pîroz re, yên ku rêya mafên demokrasiyê û rêya azadî û wekheviyê ji xwe re kirine armanca jiyanê…!

Gelê Kurd ê ku yek ji gelên herî kevnar ê ji quntarên Zagros û yên Torosê, heta geliyên rûbarên Dîcle û Firatê; ji xakên pîroz ên Mezopotamya û Anatolyayê, heta şaristaniya gund û bajarvaniyê dayiktî kiriyê, silav ji bo we…!

Ji bo gelê Kurd ê ev şaristaniya herî kevnar a hezar salan, bi nîjad, ol û mezheban re bi biratî û dostanî pêkve jiyane, pêkve ava kirine, rûbarê Dîcle û Firatê birayê Sakarya û Merîçê ne. Çiyayê Agirî û Cûdî dostê çiyayê Kaçkar û Erciyesê ye. Govend û delîlo, xizmê Horon û Zeybekê ye.

Ev medeniyeta mezin û civakên bira, bi zextên siyasî, bi mudaxeleyên derve, berjewendiyên komikan xwestine berdin hev, hatiye xwestin ku nîzamên ku huqûq, wekhevî û azadiyê esas nagirin werin avakirin.

Emperyalîzma Rojavayî, di vî dused salên dawî de bi şerên xwe yên fethî û bi mudaxeleyên xwe yên derve, xwestin di nav civakên Rojhilata Navîn de hişmendiya dewleta netewe pêş bixin. Ji bo vê jî, di nav civakan de tixûbên sûnî xêz kirin. Di hundirê van tixûban de bi avakirina îktîdarên çewsîner û redkar, xwestin destê civakên heremê yên Ereb, Fars, Tirk û Kurdan bikin qirika hev dû re.

‘Serdema ferasetên mijoker û redkar bi dawî bûye’

Serdema ferasetên, mijokdar, redkar û çewsîner bi dawî bû ye. Civakên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn şiyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji şer û pevçûnên kor û yên bera hevdû didin re dibêjin, bes e.

Bi sed hezaran, bi milyonan kesên ku dilê wan bi agirê Newrozê geş dibe û qadan têr û tijî dikin edî biratiyê dixwazin, çareseriyê dixwazin.

Ev têkoşîn ku bi serhildana min a şexsî, di destpêkê de li hemberî bêçaretiyê, nezanî û koletiyê em di nav de hatin dunyayê dest pê kir, xwedî vê armancê bû ku li hemberî her cure ferzkirinan hişmendî, feraset û ruhekî ava bike. Ez îro dibînim ku ev qîrîna min gihiştiye astekê.

Şerê me, ne li hember tu etnîsîte, ol, mezheb an jî komekê pêk nehatiye, pêk nayê. Şerê me, li hember çewisandin, nezanî, neheqî, paşdehiştin û her cure zextan bû.

Em îro edî, bi Tirkiyeke nû, Rojhilata Navîneke nû û bi dahatûyeke ve şiyar dibin. Ciwanên ku bangawaziya min hembêz dikin, jinên pîroz ên peyama min di dilê xwe de bi cih dikin, dostên ku dibêjin gotinên te li ser, ser û çavan qebûl dike, mirovên min guhdarî dikin;

 

Gelê Tirkiyeyê yê Rêzdar;

 

Bila gelê Tirk ê îro di Anatolyaya qedîm de wek Tirkiyeyê dijî zanibe ku ev hezar sal e jiyana wan a hevpar a bi Kurdan di bin ala Îslamê de xwe dispêre huqûqa biratî û piştevaniyê. Di rastiyê de di vê huqûqa biratiyê de fetih, înkar, red, pişaftina bi darê zorê û tunekirin nîn e, divê nîn be.

Polîtîkayên sedsalên dawî yên zext, tunekirin û asîmîlasyonê yên xwe dispêrin modernîteya kapîtalîst; hewldanên elîteke desthilatdar a bijarker ya teng ku tevayî dîrok û huqûqa biratiyê înkar dike îfade dike. ji bo em ji vê cendereya zilmê ku di roja me de pir baş derketiye holê ku berejavî dîrok û huqûqa biratiyê ye derketina hevpar bikin wek du hêzên stratejik ên bingehîn ên Rojhilata Navîn ez bang dikim ku em li gorî çand û şaristaniyên xwe modernîteya xwe ya demokratik ava bikin.

Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn li modernîteyeke modern û nîzameke demokratîk a li gorî dîroka xwe. Lêgerîna modeleke nû ya ku wê herkes bi awayekî azad û bi biratî di nav hev de bijî bi qasî nan û avê bûye pêwîstiyek e nesnel. Ji vê modelê re careke din ku erdnîgariya Anatolya û Mezoptamyayê, dem û çanda wê pêşengiyê bike û ava bike tiştekî bivênevê ye.

Em mîna di dema nêz de di çarçoveya Mîsak-î Mîllî de di pêşengiya Tirk û Kurdan Şerê Rizgariya Mîllî pêk hat, hîn rojanetir, tevlihev û kûrbûyî pêvajoyekê dijîn. Li gel tevayî kêmasî û şaşiyên 90 salên dawî, careke din gelên bindest û yên hatine mexdûrkirin, bi felaketên mezin re rûbirû hatine hiştin, çîn û çandan jî digirin rex xwe û hewl didin ku modeleke nû ava bikin.

Bangawaziya min ew e ku, Kurd, Tirkmen, Asûrî û Ereb ên bi awayekî dijberî Misak-Mîllî hatin parçe kirin û di roja me de di Komara Ereb a Iraq û Sûriyeyê de di pirsgirêkên giran û şeran de mehkûmî jiyanê hatine kirin, li ser esasen “Konferansa Piştevaniya Mîllî û Aştiyê” de rastiyên xwe nîqaş bikin, bigihîjîn zanebûnê û biryardariyê.

Li hemberî kesên me parçe bikin û dixwazin me bi hev dû re bidin şerkirin em ê bibin yek. Li hemberî yên dixwazin me ji hev dû qut bikin em ê bibin yek. Ên ku nikarin ruhê demê bixwînin diçin sergoya dîrokê. Yên li hember herîkina avê li ber xwe didin, ber bi kendalê ve diçin.

Gelên herêmê şahidiyê ji berbangên nû re dikin. Gelên Rojhilata Navîn, ku ji şer, pevçûn, parçebûyînan westiyane, dixwazin edî li ser kok û rehên xwe, ji nû ve şîn bibin, û mil bi mil rabin ser piyan.

Ev Newroz ji bo me hemûyan mizgîniyek e. Heqîqetên di peyamên Hz. Musa, Hz. Îsa û Hz. Muhammed de, îro bi mizgîniyên nû derbasî jiyanê dibin. Mirovatî hewl dide ku tiştên wenda kirine ji nû ve bi dest bixe.

Em nirxên şaristaniya modern a Rojava bi temamî red nakin. Em nirxên wê yên rewşenger, wekhev, azad û demokratîk werdigirin, bi nirxên xwe re, bi formen xwe yên jiyana gerdûnî re sentez dikin û jiyanî dikin. Bingeha têkoşîna nû fikir, bîrdozî û siyaseta demokratik e, pêngaveke mezin a demokratîk dide destpêkirin.

Silav ji wan re, yên ku hêz didin vê pêvajoyê, yên ku piştgiriyê didin çareseriya demokratîk û aştiyê!

Silav ji wan re, yên ku ji bo biratiya gelan, wekhevî û azadiya wan demokratik berpirsiyartî girtine ser milên xwe.

 

Bijî Newroz, Bijî Biratiya Gelan

Zîndana Îmrali

21 ADAR 2013

 

Ayrıntılar
Görüntüleme: 557

PKK PARTIYEK NEWROZÊ YE

RÊBER APO

  Va di 25 salan de, hemû Newrozên di PKK’ê de weke salên lêgerîn û hevdîtinê dema em tînin ser ziman behsa vana dikin. Berxwedaniya pîroz, şerê meyê vejînê, Newroza xweya 25. jî, bi serkeftineke mezin hêzekî pêşwazî kirinê daye nîşandan. Ketina mezin a dîrokî bi hilweşîna Medan re ger em destpê bikin, di rastiyê de ev şehristaniyeke Mezopotamya yê bû weke ketina li pişt 2500 salan, dibe ku hema hema weke wê, ango her salekî wê sedsalekê dîtin ev 25 sal birastî jî vejîneke û gelek nêzîkê xilasiyê dibê ye. Heger ku em bi berfirehî liser vêna bihizirin, bizanin ku em ji kuderê hatine û em ketine rewşekî çawa, pêwîste em çawa bin ve girêdayî encaman derbixînin holê û em dikarin biryara çibikin bikaribin bidin, wê were dîtin ku jiyana ku behsa wê têkirin ji mirinê xiraptire û ger emê tevlî mirovahiya xwe bibin, ew nasname ya me ya azad a ku bi axê re bûye yek; bêhnekî wê ya bi sînor jî çiqas bi nîrxe mîsogerekî wê were sipaskirin. Ji wêna jî wirdetir, bi minneteke mezin di destpêkê de şehîd, hemû kesên ku divan salan de dinava berxwedaniyeke watedar de ne, di destpêkê de şehîdê meyê mezin ê Newrozê Mazlum Doxan, Zekiye, Rehşan, Ronahî, Bêrîvanan ew şehadetên wan ên mezin û hema hema her sal ew Serhildan û raperînên me yên pîroz ku çêdibin, di salên 1990 Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Licê, Wan û her çû belavê hemû bajar û gundên Kurdistanê bûn, şehîdên wê jî di cewherê vê Newrozê de bicîhbikin, emê bibînin ku jiyan bi çi şêweyên din fêmkirin, şer jî bi şêweyek ciyewaztir pêwîste were dîtin. Pêwîste hertim liser van 25 salan were sekinandin û ders jê were derxistin. Û ger hebe îdaya me ya mirovahiyê, birastî jî em dixwazin ji bo liser axa dayîk jiyan bikin jêre hêz bînin, heger ku em dixwazin vêna ji dil û bi vîn serbixin, bi rastî jî van salan ji xwe re kirina salên xwe ji nuve avakirin, afirandin, windabûyîn, tiştekî hatiye windakirin, hema hema salên dîtina her tiştê ku hatiye windakirin pêwîste em destbigrin û bi nîrxînin. ji hizrînekî cewherî em bigrin heya bêhn dayîn û standineke azadiyê jî, ev şer di bingehde ev hewldaneke dawiyê pêwîste were dîtin.

Ger wê jiyanek bibe wê azad be

  Divê wateyê de PKK, bûyere kî vejînê, bûyerekî roja nû û bûyera Newrozekî ye. Vala vala me ji îro de dest bi PKK’ê nekir. Ji xwere sonda ezê wê dirûst bibim dayîn e. Di deme kî ti hêvî jî nemabû jî, pê bawerkirin, ti şansekî wê nebe jî gotina ‘ez, wê ji bo vê nasnameyê û ji bo vê sondê jiyanbikim, ger were xwestin ezê şer jî bikim’ cewherê vi karî eve. Bi şêweye kî dîtir nabe. Wê rojê weke niha di bîra min de ye: di paytexta dijmin de, di serdemeke ciwan seranser, bê îddîa û rûberûyê daqurtînê de bûn, dîsa bi hemû derfetên balkêş ên dijmin re dema rûberûbûn û di ti tiştekî de jî ne hêjayî eleqeyekî ewqas paşverubû, xilas bûbû, di rojekî wiha de min tercîhek kir. Ji derfetên jiyana dagirkeriya tunekirinê ra min got na. Bê hêvî, bê derfet û heta hêviya azadiyê ku ne gengaz bû pêk were, heya kesên endam jî pê ne bawer, dibe ku bi her tiştekî bawer dikirin lê wate nedayîna vê pêngavê ger em destpê bikin wê çi bibe? Va me vê biryarê da. Di cîhan û dîrokê de dibe ku wekî vêna nehatibe dîtin. Yek du peyv jî be, me got axa dayîkî û jiyanekî bi nasname. Dîsa me got ger wê jiyanek hebe wê azad be. Û me dest bi şerê hêviya mezin ku hemû kes dişopînin kir. Vê dîrokê, bê guman ne gengaze ku bi xîtabeke were ziman. Van 25 salan ger gengaz be hertimî lêkolînkirin, herdiçe qasî teoriya wê kur kirinê derxistina holê jî di destpêka xwede jî vîne kî wê yê bi hêz hebû, derbirîna wê ya siyasî çiye? Jiyana ku dixwaze pêşxîne, di zimanê leşkerî de derbirîna xwe çiye? Çi çêdike? ev pirs û pirsên weke vana bi hemû aliyên xwe, yek na, pêwîste hezar daîre were xetkirin, hîn kûr û her diçe vêna bi şêweyekî tê bilindkirin de fêmkirin, bi van salan mezinbûyîn, pêwîste bi van salan ji nû de were avakirin. Rastiya Rêbertî, bûyera rastiya PKK’ê jî bi temamî ev e. Van salane, ev rojên hemdemî yên Kurdistinê, ya PKK; dema her tişt xilas bûbû, navê wê jî ne mayî de, weke çareseriyekî dawiyê, ger wê hebe mirovatiyekî me, ger wê nasnameya me jiyan bike, wê gengaz be xilasiya me, ji beriya hertiştê tevgera vêna guftûgo kirinê ye. Hîn li piştre, ger gengaz be çûyîna biryarekî, ji wêna jî wirdetir vînekî, şerekî û gelo! Tevgerekî em dikarin rê li pêşiya hewldanekî wiha vekin e.

Zagona Herî Mezin Vîna Jiyana Azad e

Bi rastî jî PKK partiya Newrozê ye. Partiya xwîna ber bi jiyanê ve dimeşe ye. Ji bo vejînê di xwezaya xwede tiştek hebe, hewldaneke ji bo keskbûyîna wê, kûlîlkbûna wê ye. Yek jî divan rojên Newrozê de bahozên tund hene. Carna kulîlkan jî di perçîqîne, di îdayekî fêkî jî xirabike û tovê wê bi şewitîne ye, ewna qey dihindir mede nîne? Heye. Qey em hindik destûr didin ji bo tovên vejînê werin şewitîn. Em kêm xiradikin û di şewitînin. Çiqas di cîh deye PKK partiya Newrozê ye, çiqas jiyanî ye, çiqas vekiriye, lê dîroka wê, rojane bûyîna wê jî xirakirin û şewitandina wê çiqas raste! Weke ku rastiya wê heye vêna pejirandin jî hîn rastire. Me hertimî bi vêna bawerkir û vêna got: çi zagon ne xwedî hêzekî liser vîna jiyana azad re ye. Me liser vê bingehê jî tekoşîn da meşandin. Îro ev pêşketinên ku tên jiyankirin jî didin nîşandan ku, yê serdikeve di her aliyekî xwede nebe jî eve. Mezopotamya dîrokek û welatekî azadiyê ye.

Zagonên dewletê, zagonên mirinê ye. Van zagonên xwe bi herî zilamên xwe ên xurt her roj bi xwîn dayîna verişandinê re pêk dianîn. Qasî zagonên dijmin ên mirinê yek jî zagona xayînan, ên azadiyê qet nasnakin, ên rizîne, yên nebûne pêgirê xwe, yên xwe pênasenekirine, yên nebûne xwediyê prensîbek û vînekî azad yê kesên heşifî, meymûnan jî heye. Yekdin jî zagona bûkalemûnan heye. Ev zagona, yên şêlû, li hember herî armancên pîroz jî tucaran nayên rastiyê ne. Ji xwe ew pir bi bawerbûn ji van zagonên xwe. Ango bi awayek vekirî zagona komkujiyan, zagona xayîn, ketî, heşifî û bûkalemûn li hember mebû. Me jî got, li hember vana hemûyan pêwîste zagona azadiyê hebe. Û me di van salan de vê zagonê sepand. Em dibînin ku ev zagon herî zagona xurt e. Bi taybet ew zagona Komara Tirkiyê ku dihat bilêvkirin ku tucaran xera nabe, dest nayê dayîn, nayê nîqaşkirin, heya yên ku tenê bi niyetek weha jî di fikirin ku digotin wê kelexê wan biçe ew zagonên wan ên weke zirxî em tenê bi vêna kunkirinê ra bi sînor neman, me vêna qet bi qetkir û ji hev jî belavkir. Yên xayînan jî bi heman şêweyê ye. Me vê zagonê liser serê wan kir bela. Ketin rewşekî bi êş de. Bi kesayetên şêlu encex qasî spihek nîrxên xwe hebe, min derxist holê. Dinava darê azadiyê de ev kurmikên ku hene bi zagonên wan re em vana perîşan dikîn. Ev na karên xweşîk in. Ev, vekirîbûn ji zagona jiyana azad re dide qezençkirin. Min tucaran peyvên xemilî bikarneani ye, min xal xal zagonan rêznekir. Di Mezopotamya de zagona Hamurabî heye. Tê zanîn ku yê herî di serî de zagona Asur daniye ewe. Zagonên xofdarin. Di dîrokê de zagon liser van axan za. Bingihên wê ên destpêkê li vir hatine avêtin, binavê desthilatdaran, binavê şehristaniyê. Bêguman şervanên azadiyê jî liser van axan hebûn. Dema Împeretoriya herî hişk a Asûran di dema koledariyê de hate ruxandin, ne tenê yên Kurdan, azadiya tevahî gelan û gelê Asûr jî dinavde destpêkir. Divê wateyê de Mezopotamya welatek û dîrokek ê azadiyê ye jî. Ji Kawayê Hesinkar heya Mazluman gelek şervanên azadiyê yên pîroz hene. Em ji Halacî Mansuran bigrin Pîr Sultanan, heya li Sêwasê Nesîmiyê ku hatiye şewitandin jî ev hemû şervanên azadiyê yên van axanin. Lê belê di şexsê KT’yê de a herî dawî xwe aniye ziman zagonên wan ê bêrehm jî hene. Evana dinav şerekî mezindene. Me divê şerî de cihê xwe baş bi rêxistin kir. Li aliyê berxwedaniya gelan cih girtin û girêdayê zagonên wan ên azadiyê mayîne. Bi mirovahiyê re ji vir de ew jiyana azad a destpêkirî û jivê dergûşa azadiyê re carekdin şahidîkirin û girêdayî mayîne.

Ev, ji mere gelek balkêş hat û me anî vê rojê. Em gelek kêfxweşin, em dinava pîrozbahiyek rastdene. Dema me dest bi vî karî kir, me gotibû ‘ji vêna û şûnde hemû roj Newroze’. Û bi rastî jî divan 25 salan de hemû roj bû rojên bi Newroz. Me sonda xwe ne cût.

Lêbelê ew êşên ku zaliman sepandin û êşkence jî hebûn. Xirakirin û şewitandin hebûn. Şewitandin, mirovên pîroz. Bi hemû cureyên teknîkê, bi çekan û bi êşkenceyan şewitandin. Va dile me dibêje ku, wê çawa xwedî li bîranîna van mirovên hatine şewitandin were derketin? PKK hêza vêna ya tolhildanê ye. Zekiyeyan, Zîlanan, Ronahiyan dema dibin şehîdên mezin ê van rojan, di rastiyê de ji bo pirsa wê jiyana azad çawa were jiyankirin re ji bo xwe bigihînin vana em jî, gotin û wesiyeta wan fêmdikin.

Divê wate yê de Newroz herî kûrbûnek bi hêz, li hember hemû şeran li berxwe dide û qasî serbikeve jî tundbûyîn e. Lê dinêre fêmdike, dimeşe dike, li pişt wê ra jî serkeftin tê. Di PKK’ê de şervan afirandin karek xweşîke. Ev hemû ne weke ew gotinên hûn hertim dubare dikine, ji gotinê jî wirdetir ez dikevim cewherê wê. Bi giştî rojane xilaskirin na, vîne kî qasî destpêk û dawiya mirovan bike yek, ez gelek ji karê mirov dayîna afirandinê hezdikim. Felsefeya vêna çawa çêdibe? Yê dixwaze dikare binivîse û dikare felsefeya xwe ji vê derxîne. Yê dixwaze dikare siyaseta xwe, zanistiya xwe ya leşkerî, hunera xwe, yê dixwaze estetîka xwe dikare ji vir derxînin, her tişt di têda heye. Ev zêdetir eleqeder dike û em hevgirtina hemûyan çêdikin. Hûn ên ku xwe PKK’yî dibînin, heya ên xwe di asta artêşek de jî dibînin, ez ji vênare rêz didim û piştgirîyek xurt jî didim. Lê ez xemgînim ji bo rewşa we. Jiber ku hûn hîn ne hatine asta gotina kar jî. Ew rastiya rihê mezin li ku derê ye, yek jî ew destûrdayîna we ji bo dijmin ku ew xwe liser we dayîna meşandin. Ji xwe ez ji van keçên ciwan, gumana min ji ew dilsoziya we a bi PKK’ê va nîne. Gumanê min ji bo xwe dayîna we ya azadiyê jî nîne. Lê bêlê ji ew zagonên cinsî ên azadiya xwe ji zû de hatiye xilaskirin bê agahîbûyîn, ji şerê çînî, ji şerê netewî û gelo ji şerê mirovê xweşîk dûr mayîn ku di encam de gelek minakên xwe jî hene we ji jinekî kolanan an jî jinek cariye zêdetir teslîmkar nake? Tê wê wateyê ku kêmahî hene.

Gelek caran bangawaziyên me çêdibin. Hûn wisa dizanin ku em jî cambazê peyvanin. Weke ku hûn dibînin nîne, birastî jî wisa nayê ser ziman. Di rastiya me de bi ricakirinan re ji bo armancên biçûk bi rişwet mirov qezençkirin nîne. Di rastiya min de ev nîne. Di rastiya min de weke Newrozê zayînekî amadekiriye li hember dayîk jî seknek heye. Çiye? Dayê tu bivê rewşa xwe li pêşiya jiyanê dibî kelem, bisekine! Te anîne rewşekî kelembûyînê. Ji pêşiya min rabe! Ez mirovekî naskirinek mezin a jiyanê min daye afirandinim. Yê ev ji xwere esas girtî, êdî xwe ji civakê qutkirîbû. Navê me bi bêbeniyê jî derketibû. Lê ji bo ez hemû xelekên xwe bi stûna mirovahiyê ya sexlem re girê bidim min hemû hêza xwe bikaranî. Tenê demekê jî be, di asta peyvek de be jî ji ewa mirovane ez dûr nemam. Min eleqeyek gelek mezin da. Lê min çi dît? Hertim derew, şaş, hertim kirêtî û hertimî hewldidin ku bi xapînin. Ji bo vê hindek navên min ê ku li xwe kiriye heye. Na xapîne û nayê xapandin. Derewan guhdar nake, derew jî nake. Kirêtiyê na pejirîne, xwe bi awayek kirêt jî nade jiyankirin. Nêzê binkeftinê nabe, binkeftinê jî na pejirîne. Min vana di xwede ewqas da rûnîşkandin ku hûn dibînin hindek tişt bûye, dibe û wê bibe jî. Em dixwazin vêna parve bikin. Weke ku hûn dibînin, hûn parvekirinê qasî dizekî jî nikarin pêkbînin. Hûn ew xayînên dinava mede, ew dizên xiyanetê ku dinav mede jî nabînin. Hûn milîtanin. Çiqas ji bo partî û artêş tê xwastin ewqas, çiqasî ji bo gel jî tê xwastin ewqas, çiqas li hember dijmin bûyîn pêwîst be ewqas. Çiqas mafê we be ewqas. Ev sosyalîzm e. Ev qasî ku paşeroja mirovahiyê ye, ewqas jî pêşeroja wê ye. Liser vê bingehê ev Newroza PKK’yî ya pîroz, bi serkeftî li we hemû milîtanên me yên hêja, li gelê xwe pîroz dikim. Silav dikim û hezkirinê xwe pêşkêş dikim.

 

21 Adar 1998

Ayrıntılar
Görüntüleme: 758

LEGERÎNA AZADIYÊ

Rêber Apo

Şoreşa me şoreşeke rêzgirtina cewherê mirov û girêdayî mayîna bi xwezayiya mirov li dijberbûna ew hêmanên ku pêşiya vêdigrin e. Riya çareseriya siyasî û leşkerî ji bo çareserkirina pirsgirêkên girêdayî civakî û aborî ye. Li gel me riya jiyana xwezayî ji hemû aliyan ve hatiye qutkirin. Wê demê şoreşa me şoreşa vekirina riya pêşketina xwezayî ye û çareserkirina wê ye. Nexwe dê şoreş bibe bûyereke tolhildanê û xwînrijandinê, ne bi vî rengî berdewamkirina me ya vî tiştî gengaz e, ne jî xwînrijandin bi vê şêwazê encam dide. Di vê rewşê de şoreş dê bi lez ji rê derbikeve û tune bibe. Dijwariya kor ku dijmin ferz dike jî ji bo vê hindekî rê vekirine. Nêzîkbûna me ya ji bo hemû pirsgirêkan em bikaribin çareseriyê ji bo hemû pirsgirêkên me yên jiyanî bibînin e. Rêxistinkirin, têkoşîna siyasî û her cureyê xebatên leşkerî ji pirsgirêkên jiyana mirovan re ku gelekî giran in re û ji bo derfetên pêşketinê re em bikaribin hindekî hêz ava bikin.

Jixwe asta leşkerî ya rastiya civaka me û gelê me qet nîne. Asta wê ya siyasî jî xayînî ye. Ji pêşketina civakî ya gelê me behskirin zehmet e. Bi civakbûn û netewbûnê ve di nava dijmin de helandin heye. Ji aliyê aborî de mirov nikare behsa aboriyeke talanê jî bike. Li ser vê bingehê şopek ji têkîliya di navbera zayendan de jî nîne. Hun di vir de nikarin ne li gor ol, ne li gor pêşketina hemdemî û ne jî li gor têkîliyan çareseriyekê peyda bikin. Ev bi kûraniya dagirkeriyê ve girêdayî ye. Me ev yek tespît kir. Me li xebatên xwe yên pratîkî çareseriyê vê pirsgirêkê jî zêde kir û hetanî îro anî.

Em kar dikin şêwazeke ku him piştgiriyê bide şerê me, him jî bide pêşketina wê ya rasteqîn bi dest bixin. Hewceye sererastkirina vê têkîliyê teqez xizmeta şer bike û wê bi hêz bike. Pêwîste ev şer bi qasî ji bo hemû pêşketinên civakî di heman demê de piştgiriyê bide pêşketina di malbatê de yan jî çareserkirina pirsgirêkên di vir de û ew têkîliyên di navbera zayendan de ku xitimîne, ji bo ku bikeve riya pêşketineke rast xizmetê bike. Sedema gotina me ya riya pêşketina têkîliyeke bitenduristî ji şerkirinê derbas dibe, ji ber ku şer derfetên piştgirîdayîna ku hun asta têkîliyan bi tenduristî pêş bixin ava dike.

Nakokî ev qasî berfireh in ku di vê mijarê de kevneşopiyên pergala klanê û pîvanên hemdem di nava hev de ne. Jiyîna vê di nêvenga dagirkeriyeke serdest a herî sosret û herî bilêyîstok mijara gotinê ye. Di rastî de rewşên ku hun dijîn zehmet in an jî neçare zehmet be. Hîn di heftsaliyê de têkîliya di navbera zayendan de hatiye fetisandin. Feodalîzma giran bandora kevneşopiyê ya giran û piştre jî di deriyên dagirkeriyê de xwe bi hezar caran firotinê ve neçariya berdewamkirina têkîliyeke ji cewher dûrxistinê ragihandin û televîzyonên emperyalîst û faşîst bandorên giran ên ajoyî bi rastî jî mirovan difetisîne. Weke ku min rizgarbûna ji vê di pratîka xwe de dahurandiye çîroka vê jî bi dirêjî vegot. Ev hemû ji bo hindek şopên çareseriyê bikaribim nîşan bidime. Di rastî de ji bo zelalkirina vê pirsgirêkê sî sal pêwîst bû. Ji bo di vê astê danîna holê ya vê pirsgirêkê jî ji heft saliyê hetanî niha hewldanên min hene. Me weke zincîran bi girêdayî hev hetanî vir anî. Çîrok ev qasî dirêj e ku bi tenê bi sedan cild pirtûkan ve pêvajoyên ku hatine jiyîn nikarin derbixin rastê. Lê belê me di zimanê polîtîk de vegotina polîtîk bi pêş xist û me xwest bi formûlên gelekî balkêş ve van nîşan bidin. Em hizirîn ancax wiha dikarin hindek tiştan xelas bikin. Mînak ew şêwazê têkîliya ku hun hîn di temenên biçuk de dikevinê hîn dehsalî we bi nîvenîv an jî bi hemû aliyan ve tune dike. Him têkîliya kevneşop we tune dike, him jî dema ku hun derfetê nedin wê jî di çerxên dagirkeriyê de asê bimînin têkîlî tune dibe. Êrîşa ragihandin û çapemeniyê ya bîrdozî û di bin bandora giran a ajoyan de hûn difetisin. Encam jî ew tengasiyên ku hûn dema pêkanînê de dijîn e. Pirsgirêk ev qasî bingehîn e.

Başiya herî mezin a ku em ji we re bikin diyarkirina rastiyan e. Ji hemû rewşên ku hun dijîn re çareserî peydakirin ne gengaz e. Lê belê ger em rastiyan nîşanî we bidin dibe ku hindek ji we yên bi biryar dikarin ber bi çareseriyê ve biçin. Hindek aliyên girîng ên him di vê mijarê de lêgerînên min him jî tiştê ku hewce ye ez derbixim holê hene. Me ew pêçeka li ser têkîliyan perçe kir, aliyê têkîliyan ên berjewendiyê û kirêt me derxiste holê. Me aliyê wê yê hetanî dawiyê paşverû û ku difetisîne heta aliyê wê yê bi siyasî û şerê leşkerî ve pêwendîdar e derxiste holê. Ev girîng in û hewldanên zelalkirina pirsgirêkê ye. Bêyî ku ev pirsgirêk were çareserkirin, ber bi şoreşê ve çûyîn û bi şoreşê re pêşveçûn ne gengaz e. Bi navê şoreşê gelek tişt werin kirin jî dibe ku gelek tişt werin wendakirin û dibe ku bi rengekî gelekî lewaz meş çêbibe. Lê belê ew jî di cihekî de wê bişkê û were wendakirin.

Em di dîrokê de dizanin zayendîtî gelekî xwezayî ye. Lê belê ev yek tu tiştekî rave nake. Di nava qebîleyên Efrîqî de hîn jî jiyaneke zayendî ya gelekî xwezayî heye. Ya xwezayî şêwazên jiyanê yên di mercên me de bi rêpîvanan ve nehatiye girêdan ber bi têkîliyeke kirîn, firotin û berjewendiyê ve neçûye. Neketiye nava koletiyê û ev taybetmendiyên vê jiyanê ne. Em baş dizanin ku bi destpêkirina şaristanî û taybetbûnê ezeziyet û li ser vê bingehê malbatgerî bi pêş ketiye. Têkîliyên malbatgeriyê yên destpêkê bi gelek seriyan e, yan jî gelek hevjînî ye her diçe ji dayiksalariyê ber bi baviksalariyê diçe piştre heta hevjîniyekê tê dibe ku di bin wê de jî bi gelek pirsgirêkên din ve tê meşandin, hûn dizanin. Li ser têkîliya di navbera zayendan de gelek tişt tên nivîsandin, di vir de ya girîng ji hemû aliyan ve dîtina pirsgirêkê bêguman di bin navê xwezayiyê de her tiştekî ku tê hizirê mirovan nekirin û radestnebûna ajoyan e. Ev pêwîstiya destpêkê ya vî karî ye.

Ev yek îro derdikeve rastê. Ger zayendîtî nekeve bin kontrolê dibe ku mirovahî tune bibe. Nexweşiya AİDS bi pêş dikeve. Ev nexweşiyeke bi zayendîtiyê ve pêwendîdar e. Ger pêşî lê neyê girtin wê mirin zêde bibin. Ger pêşî li teqandina nifûsê neyê girtin mirov di cihanê de bi cih nabin û dê jiyan raweste. Ji ber ku mirovahî nikare pêşî li encamên zayendîtiyê bigre û dê xwe tune bike. Lê belê ji aliyekî din ve jî ger zayendîtî nebe diyare ku jiyan nayê berdewamkirin. Ger taybetmendiyeke jiyanê ya jêneger neyê kontrolkirin, ger di pêşketina civakî de bi rêpîvanekê ve neyê girêdan an jî di vê wateyê de di asteke herî nêzîkî baş de neyê berdewamkirin, ji bo vê ne şoreş ne jî dîroka mirovahiyê têr dike. Dibe ku mirovahî di bin vê nakokiyê de bifetise. Jixwe hê ji niha ve pirsgirêk li ser vê bingehê tê bidestgirtin. Çavkaniya pirsgirêka derûdor jî ev e. Dibe ku sedemeke ku şer hîn dijwartir bi pêş dikevin jî ev be. Ev ji ber xwe ve dernakevine holê. Ev rewşên ku pêşketinên civakî û mirovahiyê derxistine holê ye. Ev teqandina nifûs a di salên dawiyê de çêbûye û texrîbata derûdor ku ji vê bingehê xwe digre û nexweşî di rastiyê de bi pêşketina civakî ve girêdayî ye. Li hindek cihan pêşketineke tevlîhev heye û mirovahî ji ber sedema vê pêşketina tevlîhev xwe tîne rewşekê ku bi zanistî û teknîkê ve tune bike. Dibe ku şoreşa pêşerojê bibe şoreşa pêşîgirtina vî tiştî. Dibe ku bibe şoreşa pêşîgirtina zanistî, teknîk û teqandina nifûsê. Hîn ji niha ve şoreşa paqijkirina derûdor her ku diçe dibe armanceke sereke.

Pirsgirêk bi rengekî çors ve danîna holê jî têr nake. Pêwendiya pirsgirêkê bi kapîtalîzm û bi destpêkirina emperyalîzmê ve ji nêz ve heye. Pêwendiya xwe bi anîna hêza çareseriyê ya sosyalîzmê ji bo pirsgirêkan û bi pêwîstiya bîrdoziyeke şoreşa nû jî heye. Bêguman di vê mijarê de lêgerîn hene û dê hîn jî bi pêş bikeve. Civaka mirovan di asteke mezin de encameke çalakiya mirovan e. Dê li ser civakê nîqaş bi pêş bikevin. Jixwe sosyalîzm nîqaşa herî berfireh a li ser civakê ye. Anîna wê ya asteke herî nêzîkî zanistiyê ye. Bîrdoziya sosyalîst, felsefeya sosyalîst heta zanistiya sosyalîst di derbarê têgihiştina rastiya civakê de ye. Bi qasî ku nîqaşên mirov ji lawiran heta li hemberî bandorên xwezayê parastinê ew girêdayîna bi jênegeriya bandorên xwezayî ye. Bi kurtayî dê zanistiyên mirovî hîna jî bi pêş bikevin. Ol û felsefe wê careke din di pêş çavan re werin derbaskirin. Bi qasî ku pêwîst e dê were girtin û yê ne pêwîst jî dê were avêtin. Heta li gel nêzîkbûnên nû yên olî û felsefî ji bo pêşxistina zanistî jî wê xebat werin kirin û li gel van hemû tiştan ji bo pirsgirêkên giran ku xwe ferz dikin dê çareseriyek were qezenckirin.

Sedema diyarkirina me van nêzîkbûnên giştî ji ber ku hun pirsgirêkan gelekî bi takekesî digrin dest, ji bo ku em diyar bikin bi tu şêweyan em nikarin erzan nêzikî pirsgirêkan bibin, çareseriyên gelekî stewr û di hundir de hatiye girtin ne gengaz e û ev qasî giştî pêwendîdar dike. Gelo ji bo çi zayendîtî ji bo mirovên destpêkê xwezayî bû, îro ji bo me bûye pirsgirêkeke mezin? Ji bo ku em li ser sedemên vê we hindekî bidin hizirandin van diyar dikin. Ger ajoyeke gelekî xwezayî bi venêrînekê zanistî û civakî ve neyê serûberkirin nîşandana ku mirovahî bikeve rewşekê nayê jiyîn û girêdana bi vê ve danîna rastê girîng e. Ev hemû mirovan dibe pêşxistina dewlemendiya ferasetê. Bi rûniştandina çarçoveya giştî ve pêwîstiya nêzîkbûnê datîne holê.

 

Ayrıntılar
Görüntüleme: 894

MIROV DIKARE ENCAMÊN MEZIN JÊ DERBIXE

Rêber Apo

Pir eşkere li holêye ku her kêlîkê nêzîkatiyên min çawa bilind dibin.

Min xwe da destpêkirin, min raber kir û didome.

Çiqas bêçare, çiqas bêkes, çiqas bêderfetî, çiqas serê xwe li rast û çepê didim, çiqas li erdê û asîman dimêyzînim, çiqas li guran-çûkan, maran-mişkan temaşe dikim, çiqas li hewayê, avê hemû tiştên li xwezayê peyda ne, çi tiştên li civakê peyda ne temaşe dikim û dixwazim çareseriyekê peyda bikim.

Rêz ev e.

Fetihkirina jiyanê, fetihkirina şer, fetihkirina mirov û çi pêwîst dike bi wî re xwe fetihkirin.

We dît, ez çi ji xwe dikim?

Niha tirsa artêşa dijmin mezin e. Me çawa rê li ber wêrekiya nava me vekir? Bi hêzê me ev yek kir. Me ev yek bi kar kir.

Yên qehr dibin bila qehr bin, ên dijîn bila bijîn.

Em naxwazin bila tu kes wisa bi hêsanî wenda bike. Berovajiyê vê yekê em ji dijmin re jî dibêjin. Qet nebe dijmingeriya xwe li gor zagonên şer bike, evqas pêwîstî bi dînbûna şerê taybet nîne. Wî hemû dînokiyên mezin ên şer kirin, hemû zagonên babistinî yên dîroka şer bin pêkirin. Navê şerekî weke şerekî pir qirêj di dîrokê de nivîsandin. Bêguman em jî neçar man ku em aliyê şer ê pîroz kûr bikin.

Ev şerê ku em dimeşînin pîroz e. Belkî jî yek ji şerên herî pîroz e. Ev jî bû malê dîrokê.

Lewra em aştîgerên pir xwezayî ne. Em jîyanê bi aştiyê pênase dikin. Jiyan aştî ye. Ez bawerim ku em îfadeya herî bijarte ya vê yekê ne. Misogere ku ez vê yekê temsîl dikim. Lê were li vê sosretê temaşe bike ku li ser aştiya jînê wisa bi şerê taybet azîneyên gemarî hatine bikaranîn ku, yekî weke min newêrekê zorê jî neçar dimîne serî li zorê bide.

Hîna gundiyên me dibêjin. "mirovekî wisa ye ku moriyekê naêşîne." Rast e. Ne tenê moriyekê, ez ditirsim parçeyeke giha jî bişkînim. Lê kîjan demê min dît ku pêşiya jînê bi tevahî hate girtin, pêşiya daxwaziyan hate astengkirin û pêşiya berzbûnê hate birîn, wê demê min xwast ez gelekî biaxivim û gelekî nîqaş bikim. Min dît ev yek jî wisa hêsan nîne. Ji zû ve pêşiya vê yekê jî hatiye girtin û min dît ku hêzeke zorê li ser tê pêkanîn. Dîsa rexmî ku ez qet ne amadebûm, rexmî ku ez bi qandî kesên din wêrek û fedakâr nebûm, ez eşkere diyar dikim ku min ev yek dît.

Divê şêwaza min a jiyanê baş were berhevkirin. Ev yek tê wê wateyê ku, bi jiyan û aştiyeke mezin ve kesê xwedî îdia, israr, bêxiyanetiya ji jînê re, bi şêwaza fermana pergalê nepêşwazî kirina jiyanê, berxwedana li hember pergalê, dîsa serî netewandina li hember koledariyê ve û kesê dixwaze jînê bi aştî û azadiyê ve bimeşîne, misoger divê vê hunerê bidomîne.

Ez pêwîstiya mayina tendurist tînim ser ziman. Ji kesên xwedî birîn re dibêjim ku divê mirov şanaz bimîne. Ji kesên xwedî şanaziyên gemarî re, yên di bin lingan de hatine perçiqandin re dibêjim. Ne girîng e ku ev yek ji rêveberên şerê taybet re derbeye yan na. Ev şêwaza min e. Ez ev im. Bi ihtimaleke mezin jî ezê wisa bi encam bibim.

Tu niyeteke me ya wisa jî nîne ku ez nûçeyeke xerîb weke ewleyiya serkeftinê û misogeriya serkeftina gel bidim. Di vê mijarê de jî şêwaza min şêwaza serkeftinê ye. Divê ne kes ji bo nepêkhatina xeyalên min, min rexne bike û ne jî divê tu kes nirxandinên li ser paşvemayîna serkeftinê bike. Ji bo serkeftin destpêk û dawî ye. Tenê her kêlîkê serkeftin li ser hev dicive, di hindek serdeman de weke pêngavekê derdikeve. Her rojeke min, her keliyêk min xelekeke serkeftinê ye. Di min de şikestina xelekan nîne. Tu rojekê bi paş ve namîne. Ev şêwaza xwe rêxistinkirina kesekî ye. Ger ev îro hêviyê diafrîne, ger misoger vegeriyaye hêviya serkeftinê, ew mafê gel e. Ez xwe têkilî vê nakim. Ez xeyalên hêviyê yên taybet belav nakim. Ji tu kesî re jî derveyî şêwaza xwe hêviya serkeftinê pêş nabînim. Heta wisa xwe dayîna baweriyên serkeftinê zêde guncaw nabînim. Rastiya serkeftina min ev e.

Jiyana min e, şêwaza min e, tempoya min e, uslubê min e û di her cihî de derbasdar e.

Mezinahiya min di ku derê de ye?

Ev çil sal in li dûv çareseriya nakokiyanim û hindekî jî çareser dikim. Min dijminê esas tespît kiriye. Bêguman, ji bo naskirina dijmin peyv tunebû. Îro bi zanistiyeke qandî deryayê me gihandiye rewşeke bênefes. Kemalîzm bênefes hate hiştin. Hemû îdeolojiyên paşverû bênefes hatine hiştin. Heta bêpolîtîka hatine hiştin. Min çima kir. Min xwe ji aliyê îdeolojîk û polîtîk ve daye û min kir. Emê artêşa wan jî bênefes bihêlin.

Erê bi tena serê xwe min hemû pêvajo hildan ser milên xwe. Min hetanî vê derê anî. Îro ew zilamê ku bi evqas derfet jî nikaribe xwe bi pêş bixe mafê wî ji tu tiştî re nîne. Û ez jî wî nasnakim. Ez ev im. Ez xwe li dij dijmin wisa amade dikim û wisa didim şerkirin.

Her çawa be jî mirov dikare xwe biafrîne û her dem pêşveçûnên mezin avabike. Ger mirov wisa jî temaşe neke nabe. Rexmî ku xwedî gelekî pirsgirêk e, rexmî ku me pirsgirêkên herî bingeh xistine rojevê li ser van neponijîn, xwediyên pirsgirêkan dixe rewşeke xirab û qonaxeke hesab dayînê. Bi salan e ji bo di ev karê dayîna hesab de ez gelekî hesas nêz bûm. Jixwe di Kurdistanê de cara yekem em rêxistineke bi vî awayî pêk tînin. Ji bo neketina kêmaniyan bi qandî sebreke mezin, em zirav dihunin û şidyayî didurin. Ji ber ku ez kêm zêde dizanim ku ka ez bi kelûpeleke çawa re rû bi rû me. Di vê mijarê de divê mirov zêde dilpak nebe.

Gelo ma hun vê yekê çawa fêm dikin?

Ji bo xwe, erê bi rastî jî ne bi gotinan, di pêkanînê de jî ez li ser tu sudeke wisa nahizirim. Lê ji bo serkeftina nirxên bingehîn, ez şervanekî gelekî dijwar im. Ez pir vekirî bibêjim, li derûdora min nirx dicivin. Lê baldar bin, ez dibêjim ku divê ev tenê weke nirxên azadiyê, rizgariyê, netewiyê û yên hevpar werin fêmkirin. Tu mafê min li ser min jî nîne.

Carna ez ji xwe re dibêjim "ey Apo", tu mirovek î. Her çibe jî roja me weke pêwistiyeke mafê mirovan xwedî wate ye. Vaye weke pêwîstiyeke mafê mirovan wisa bi tenduristî, wisa tu jî bibe xwedî jiyaneke taybet a tê pejirîn. Ez bi xwe ji mafên herî bingeh ên mirovan bêpar im. Mafê min ê gerê nîne, rast û dirûst mafê min ê ku ez pêwistiyên xwe yên kesî pêk bînim nîne. Çima? ji ber ku divê xebateke leşkerî be. Niha ez ji xwe re zêde derfeta karê taybet nadim. Ez neçarim li hember xwe jî pir sotîner bim. Ji ber ku ger bibêjim mafê takekesî; dê mafê giştî û mafê gel zerarê bibîne. Dê şer zerarê bibîne.

Eşkere ye, maf ne, ez dibêjim peywir heye û peywireke esas e. Naxwe ger ez jî bixwazim xewkirineke rihet bikim, hindekî bêhna xwe berdim. Niha derfetên min ji hemû kesên Kurdistanê zêdetir in. Ger bala we li ser be kesekî herî azad tevbigere hebe ew jî ez im. Lê rexmî vê yekê rewşa min ev e. Çima?

Ji bo ku tu di şerî heyî de têk neçî divê tu wisa tevbigerî.

Di temenê herî ciwan de min xwe wenda nekir,

Ji bo her kesî ez gelekî dihizirim.

Bi demjimêran li rûyên wan dinihêrim, bêyî ku eciz bibim diaxivim, vêdibêjim. Bêguman ez zindî dikim, hilrakirina hişmendiyê ye. Hilrakirina dil e.

Vaye bezên min ên di zaroktiyê de hene, wisa bi peroşmendî. Di pêvajoyên dawiyê de jî bezîn, dîtin, ji nû ve lêgerîn, ji nû ve armanc diyar bike û her roj bibeze. Misoger dubarekirin jî nîne, têrbûn jî nîne. Ka ji mîtroyekê ve dest pê dikin, santîm bi santîm bilind dikin. Rekor li ser rekorê ye. Li gor xwe ez bend hîna bilind dikim, hilbiavêje ha hilbiavêje, bi peroşmeniyeke mezin.

Bêguman cihana şoreşger wisa ye.

Pir balkêş e! Esas ezê ji vê re bibêjim tolhildan, ev paşnav çima li me kirin? Sosret dimînim. Ev taybetmendî çawa di me de hebû? Û misoger gotine û bi me ve kirine. Ji ew fermanberê nifusê re ku ev yek dîtiye bijî! Erê rewşeke tolgeriyê ya hewlnak heye. Di 1920'an de çawa tespîtkirin ku ezê ji van tiştên pêkhatî hemûyan tolê bigrim? Di pirtûka Îsmet Îmset de tiştekî balkêş tê gotin: fermanberekî nifusê hatiye. Qaşo kalikê min Şêx Sêîd bi dar ve kirine. Bêguman ne kalikê min e, lê wisa dinivîse. Wê demê gotine em paşnavê wan bikin tolhildan. Balkêş, tolhildan? Kemalîstan bi xwe ev lê kirine. Nakokiyeke balkêş e.

Eşkerekirina dijmin gaveke girîng e. Ew xayinên kevin in, xafilên kevin in. Ev dijmin, dijminê hezarê salan e. Di kavilê berxan de xwe mîna guran raber dike. Ji lawiran xirabtir e, lê bi pîvanên hemdem mirovan dibîne. Destpêkê me eşkere kir, karê eşkerekirinê dibe ku hindekî din were berfirehkirin. Lê ji bo kesên ku dixwazin şer bikin ev yek bes e. Bêguman ev yek têr nake. Yek jî divê ya hatiye eşkerekirin were dîtin.

Tê zanîn ku, bi şidandina kulmên di tariyê de dijmin nayê lêdan.

Min ev dijmin çawa anî vê rewşê? Divê misoger were zanîn. Bi şêwaza min a razana di kozikê de ve girêdayî ye. Di şêwaza meşê de bi bênefesmayîna min re têkîldar e. Divê were zanîn û lêgerînkirin ku ka çawa ez li Rojhilatanavîn jiyame. Divê hemû pêwendiyên min werin hînbûn, bi taybetî pêwendiyên bingehîn. Ya bingeh, pêwendiyeke çiya ya pir pêwîst, têkîliyeke dostaneyî, têkîliyeke çekê, divê ev bi tevahî werin girtin û berfireh werin nirxandin.

Mirov dikare encamên mezin derbixe.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 863

Zimanê Kurdî Tevkujiyekê Dijî

‘‘Divê em xebatên zimanê Kurdî bigihînin sazîbûnê, divê em dibistanên Kurdî vebikin.’’

Bêguman pirsgirêka ziman, pirsgirêkeke giran a nîqaşê ye. Kesên ku dibêjin, “divê wêje bi tevahî bi zimanê Kurdî be” hene; yek jî kesên ku dibêjin, “girîng nîne, bi her zimanî dibe” hene. Ya min hindekî riya navîn esas digre. Li gor min dê wêjeya Kurdî demeke dirêj bi zimanê serdestan ve were meşandin. Bi qandî ku rizgarî pêk were, dê hêdî hêdî zimanê Kurdî bikeve dewrê û çalak pêk were. Em çi qas vê yekê nexwazin jî, êdî ev yek rasteqîneke pêkhatina avedaniya mêtîngeriya heyî ye. Ev rasteqîneke objektîf e. Ger em bixwazin jî, em nikarin bi tu awayên din tevbigerin. Hînî nivîsandina bi zimanê Tirkî, Erebî û Farisî bûne. Weke din tu mijarên wan nînin. Lê ne pêkane ku mirov hema li ser wan “nivîsandina Kurdî” bisepîne. Ji ber ku di asta karîna nivîsandinê de nînin. Lewra, zimanê Kurdî jî hîna negihiştiye zimanê wejêyeke bihêz.

Ez eşkere bibêjim: nivîskarekî herî jîr ê di zimanê Kurdî de şareza, çi qas li xwe bide zorê jî, çi qas bikaribe binivisîne jî, nikare zêde xwendewanan peyda bike. Ji ber ku zimanê Kurdî bi xwe tevkujiyekê dijî. Zimanê Kurdî bi xwe negihandine zimanê wêjeyeke bihêz, zemîneke wî ya netewî nehatiye pêşxistin, nehatiye pejirandin. Ji sedî pêncî zêdetir bi zimanê netewa serdest diaxivin. Ev rasteqîniyek e. Kurdî bi xwe hîna negihiştiye rewşa zimanekî netewî, ev jî rasteqînek e. Ger em bi lehceya kurmancî binivisînin, ên soran û zaza tênagihên, ger em bi soranî binivisînin, ên kurmanc tê nagihên. Lewra divê mirov li ser zimanê netewî biponije. Avakirina zimanê netewî jî xebateke pêvajoyê ye.

Mînak, zimanê Tirkî jî di nava tevahiya dîroka komarê de encax nû digihê asta zimanekî wêjeyî. Zimanê Tirkekî Anatoliyî, yekî Tirkmen û Ozbek qet tênagihên. Belkî Zazayek dikare di Soranî de nêzbûnekê peyda bike, lê di wan de ev yek jî nîne. Bi wê wateyêye ku di nava netewên din de jî heman pirsgirêk mijara gotinê ye. Di Farsan de, di Ereban de ev pirsgirêk heye. Bi qandî ku Erebekî ji Suriyê nikaribe ji Erebekî Fasî fêm bike, pir cewaz diaxive. Divê mirov vê yekê pir sosret pêşwazî neke. Di me de mêtîngeriyê ev yek xirabtir kiriye. Ez ji xebatên zimanê netewî re dibêjim erê, divê di zanîngehan de ev beş werin vekirin.

Bêguman divê di televîzyonan de bi giranî li ser vê mijarê were rawestîn. Dîsa divê mirov hêdî hêdî di dibistanên seretayî de derbasî perwerdeya bi zimanê Kurdî bibe. Lê wexta ku ev yek pêk neyê jî divê em xwe perîşan raber nekin. Dîroka me wisa bû. Îro Hindistan jî, pir zêde nikare bi zimanê Hindî biaxive, zêdetirî wan bi Îngîlizî xeber didin. Cezayirî herî zêde karê xwe bi zimanê Fransî pêk tînin. Belkî em jî demeke dirêj bi zimanê Tirkî xebatên xwe bimeşînin. Lê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanekî netewî û ji bo ku em bikaribin ji zarokan hetanî mezinan di nava herkesî de bidin rûniştin, bikin zimanê rojane, emê bi sebr û rik xebatên xwe bidomînin. Lewra divê mirov di vê çarçoveyê de nêzî pirsgirêka ziman a demê bibe.

Ger pêkan be, divê mirov hêdî hêdî bi zimanê Kurdî berheman biafrîne. Ya mijara gotinê, ne tenê karên nivîskariyê ye. Mesela mirov dikare bi zimanekî Kurdî yê pak û zelal filmên sînema û rêze filman bikişîne, amade bike, dîsa belgewar dikarin werin amadekirin. Lê ji bo zimanê netewî û wêjeya netewî hîna gelek kar li pêşiya me hene. Ji ber ku ev yek wisa pêk nayê jî, divê em bi xwe, xwe vê pirsgirêkê pir mezin nekin û nekevin nava nîqaşên pir çors û sexte. Divê nîqaş di vê çarçoveyê de bin.

Divê xebatên zimanê netewî çawa çêbibin? Ger di vê mijarê de Kurdên şareza hebin, bila hetanî dawiyê pê re mijul bibin. Divê em bigihînin sazîbûnê, divê em dibistanên Kurdî vebikin, pêwîste nîqaş bi van aliyan de bin. Lê divê em nekevin nîqaşên seranser ên weke ka emê bi Tirkî binivisînin an jî bi Kurdî. Li hember hev pêşxistina hindek tawanbariyan jî ez xeter dibînim û ev nêzîkatî ne di cih de ne. Niha ez bi zimanê Tirkî bi navê Kurdan çalakiya herî mezin didim meşandin. Vê çalakiyê zimanê Kurdî jî bihêztir kir, giyana Kurdî jî gelekî mezintir kir. Ji bo gelekî bikaranîna zimanekî din, bi qandî qonaxeke girîng ber bi şoreşê ve jî biriye. Ez dikarim gelek mînakan jî bidim.

Lewra pêşnexistina nîqaşên rûser pir girîng e. Em dikarin Tirkî jî weke çekekê li dij şêwaza tunekirînêr a dijmin bi kar bînin. Perwerdeyên ku îro em bi Tirkî dikin, pir erjeng milîtanên me didin şerkirin. Lê ev yek têr nake, bedewî û xwezatiya Kurdiya me jî heye. Ez bawerim ku, dê di dema pêş de bibe ziman û wêjeyeke xurt a Rojhilatanavîn. Wêjeya bi zimanê Kurdî, dîsa xwendina helbest û stranan a bi zimanê Kurdî gelekî rewnaq e, peroş e û xweş e. Esas hewceyî bi demê û hewlên mezin heye.

Mişextiya sê mîlyon Kurdan, ma ne nîjadkujiye, lê çi ye? Bi dehan mîratên dîrokî yên ku di bin bendavan de mane, çanda me ne, lê di bin avê de tên hiştin. Ev meseleya bendavan jî pêkanîneke bi zanebûn a tevkujiya çandê ye. Tevkujiya çandî ji ya fîzîkî xirabtir e. Mînak, Cihû bi ber tevkujiya fîzîkî ketin, lê ji ber ku aliyên xwe yên entelektuelî bihêz girtin, ji ber ku di vî alî de gelekî xebitîn, karîbûn çanda xwe biparêzin. Dîsa di herêmê de hebûneke zêde ya leşkerî mijara gotinê ye, ev yek jî şêwazeke dagirkeriya leşkerî ye. Îro statuya Kurdên li Tirkiyê ev e. Ev statuya ku ji Kurdan re rewa tê dîtin, ne di nava feraseta olî de xwedî cih e, ne jî di rastiya biratiyê de hiltê.

Ger ez dê nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim, ger dê zarokên min nikaribin hînî zimanê xwe yê dayikê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne? Ez hindekî jî ji ber vê rastiyê li dij malbatê û têkîliyên heyî yên jin-zilam im. Ez nefretê ji vê şêwaza têkîliyê dikim.

 Ji aliyê min ve feraseta sosyalîzma reel û dewleta netew hatiye têperîn. Ez li şûna vê pêşniyara netewa demokratîk dikim. Di ferasetê de her kes dikare bi nasnameya xwe ve azad bijî. Jinûve zayîn û parastina van çandan zirarê nayne. Ji ber ku çand û nasname nikarin werin tunekirin. Rojava vê yekê fêm kiriye. Bi vê boneyê li Rojava girîngiya ji kêmnîjadan re tê dayîn, esas ji ber têgihiştina şaşiya bi îdeolojiya dewleta netew ve tunekirin û çewisandina çand û nasnameyan e. Ji ber vê yekê ev çand ji nû ve zindî dibin. Mesela îro tê xwestin ku li Îngîlistanê çanda Keltan ji nû ve zindî bikin. Ev tiştekî baş e. Divê li Tirkiyê jî Laz Laziya xwe, Kurd Kurdiya xwe, Gurcî Gurcîtiya xwe, Tirk Tirkiya xwe û hwd. her kes bikaribe bi azadî çanda xwe bijî. Ev çand dewlemendî ne. Lê divê hemû xwedî girêdayîneke hevpar bin. Ne şerte ku mirov ji vê re bibêje nasnameya jor, mirov dikare bibêje nasnameya giştî jî. Ev yek jî dikare bi feraseta neteweke demokratîk, bi makezagoneke demokratîk û pergaleke hiquqî ya pirçandî ve pêkan be. Ya em jî dixwazim ev e. Divê ev yek pir baş were fêmkirin.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 577

Serberjêriya Dîrokekî

Rêber APO Divê mirov jinê wek cins, nifş û çîneke ku ji mêj ve hatiye dîlkirin bigire dest û hindik be jî di warê sosyolîk de analîz bike. Ji lewra bi kurtî be jî divê em kurtedîroka koletiya jinê bihûnin û li ser rawestin. Naxwe em ê nikaribin baş li malbat û mêr yanî ji aliyekî din ve li dewlet û civakê serwext bibin. Ji ber ku me di beşê berê de hewl dabû jinê tarîf bikin, ez ê dubare nekim. Lê dîsa jî em ji bîr nekin ku di hin nirxandinan de jin di nava civakê de ji aliyê biyolojîk ve wek cinseke kêm û bi qusûr tê dîtin, ev bi temamî îdeolojîk e,-hûnandineke fikrî ya mêrê serwer e- divê ev nirxandin ji nedîtî ve neyê. Ji ber ku bi awayekî ilmî jî îspat bûye ku jin wek hebûneke biyolojîk û civakî hînê bi qabîliyet e. Navenda çanda malbat-dayikê Rojhilata Navîn e. Li gorî agahiyên ilmî yên di dest de hene, ev çand B.Z. ji salên 15000’an pêve diberide û pêş dikeve. Li qûntarên hundur ên rêzeçiyayên Toros-Zagros hebûna heywan û nebatan, ji bo kedîkirin û malbatê derfet û îmkan didin. Ax û bahewaya herêmê, celebên tene û hubûbat, heywanên mîna pez û bizinan di vê pêvajoyê de rol dilîzin. Di jiyaneke bi cihbûyî de jin hînê bi hêsayî dikare zarokan bîne û mezin bike. Tevî jiyaneke bi cihbûyî, rewşeke baş a bahewayê, nebat û heywan, derfetên bingehîn ên jiyaneke malbatî diafirînin. Gelek darên mêwan û celebên nebatan ji bo xwarinê hene. Kedîkirina pezkoviyan û bizinê, bi xwe re hewcebûna bi hirî, şîr û goşt tedarik dike. Dar û nebatên bi ber têne danîn û ev yek hatinê qat bi qat zêde û dewlemend dike. Êdî heywan yekser nayên kuştin û serjêkirin, têne kedîkirin û xwedîkirin. Bi vî awayî ji şîr, hirî û goştê wan sûd tê wergirtin û bîra rojên tunebûn û xelayê tê kirin. Ji bo jin-dayik bi zarokên li dora xwe nîzameke malbatê deyne, di her du mijaran de jî xwedî tecrûbe ye. Derketina ji şikeftê, kedîkirina heywanan, danîna dar, pel û pincaran, avakirina xaniyan, dibe ku tiştekî sivik xuya bike, lê di dîrokê de bi qasî derketina mirov a heyvê gavavêtineke girîng û mezin e. Holikên têne danîn bi hêsayî gundan pêk tînin. Li gelek herêmên Kurdistana îro -li Amed Erxeniyê li Çayonu, li Batmanê li Çemê Xalan, li Ûrfayê li Newala Çolê û li Gobeklîtepe, Bradostiyan, Hekkarî Max- B.Z. di salên 11000 de pir bi xurtî bermahiyên vê çandê tên dîtin. Li tu devera dinyayê mîna vê çandê kevn a bi cihbûyî nayê dîtin. Li vê derê gelek fîgur û peykerên piçûk ên jinê hatine peydakirin. Ev yek jî xurtbûna çanda malbat-dayikê îfade dike. Her wisa mirov dikare di zimanên herêmî de daçekên mê jî mînak nîşan bide. Di roja me ya îro de jî jin hînê di heman waran de hosta ye û ev yek mijarê piştrast dike. Çavkaniyên Sumeran jî nîşan didin ku wexta yekemîn sîte bajêr tên avakirin jî ev çand bi tesîr e û hebûna xwe bi xurtî dewam dike. Mîtolojiya li dora xwedawend Înanna -xwedawenda Ûrûkê- hatiye hûnandin gelek tiştan hîn dike. Nemaze li dijî hilkişîna mêr a serweriyê, berxwedana jinê, hezar qat li têkoşîna femînîstên îro ye. Jin bi xurtî li dijî xweda Enkî -di Sumeran de fîgurê mêr ê pederşahiyê temsîl dike - diqîre ku jin xwediyê çi şaristaniyê ye. Bi zimanekî helbestwarî destnîşan dike ku ew xwediyê 104 “me”yan e; Enkî bi hîleyan jê dizîne û divê wan paş ve bidiyê. Ev vegotina mîtolojîk ku diçe BZ 3000 salan, rola jinê ya di şaristaniya Sumeran de pir bi balkêşî nîşan dide. Her wisa Înanna wek kok bi xwedawenda çiyê Nînhûrsagê ve tê girêdan. Nînhûrsag ji aliyê etîmolojîk ve - Nîn=xwedawend, kur=çiya, sag=herêm - tê maneya xwedawenda herêma çiyayî. Li Mezopotamya Jêr dema çiya tê gotin Zagros û rêzeçiyayên pêve tên hişê mirovan. Wê wextê ev nîşan dide ku çanda xwedawendiyê ji herêmên çiyayî daketiye xwarê. B.Z. di navbera salên 4000 û 2000’î de wek navenda şaristaniyê çanda jin-dayikê li Sumeran hînê bi tesîr e. Bi mêr re di heman weznê de ye. Di hemû belgeyên wê demê de ev giranî xwe nîşan dide. Perestgehên xwedawendan zêde hene. Li dora jinê hînê çandeke şermê û fediyê nehatiye deribandin. Nexasma têkiliyên zayendî wek karekî îlahî tê ziman. Ne şerm û fedî, ji çîroka herî erotîktir vegotinên wêjeyî hene. Her çalakî û tevgera di warê van têkiliyan de wek nirxandina jiyanê, mane û qîmeteke bedew dibîne. Kêşeriya jinê wek balkêşî û hurmeteke awarte maneyê dibîne. Di jiyana pişt re ya dij-şoreş de hînê jî bi tu awayî şerm li jinê nayê kirin. Timî pesnê bedena jinê tê dayîn. Merasîmên zewacê her çend hatibin berovajîkirin jî - çalakiya kirêtkirinê ya mêr - ji wê demê mane. Di destanên Memê Alan, Mem û Zîn û Derwêşê Evdî de ku li Kurdistanê hînê têne gotin, ev rewşa xurt a jinê tê îfadekirin. Mirov dikare yekemîn orjînên van destanan bigihîne BZ 4000 salan. Di hûnandina mîtolojîk a Înanna de hem şivan-mêr û hem jî cotkar-mêr wek alîkaran xuya dikin. Şivan Dûmûzî -ev têgîn yekemîn orjîna mezinbûna mêr e- û cotkar Enkûmdî, li hemberî xwedawend Înannayê di warê hurmet û dilsoziyê de li ber hev didin. Ji bo bibin alîkarê wê yê sereke, tu tiştek namîne ku nakin. Pir bi eşkere Înanna hînê pêşengiyê dike. Mêr wek şivan û cotkar ji serweriyê hînê dûr e. Em di destaneke din a navdar a Sumeran de di Destana Babîlan (Ennûma Elîş) de dibînin ku rewş berovajî ye. Mêrê ku bi awayekî awarte hêz bi dest xistiye xweda Mardûk û dayika ji hêzketî Tîamat dualîteyeke dîrokî ne; pir tiştan hîn dikin. Jin-dayik, xwedawend-dayik bi awayekî xeternak tê reşkirin û kirasê şermê lê tê kirin. Ji bo jinê bêfazîlet, bêkêr û xeternak nîşan bidin, qalibên mîtolojîk pir bi dijwarî têne tengavkirin. Em dibînin B.Z. ji salên 2000’an pêve ev çand belav dibe. Di statuya civakî de li dijî jinê guhertineke mezin heye. Serweriya civaka bavikanî êdî di wê hêzê de ye ku dikare xwe bike destanwarî. Her tiştê derbarê mêr de tê mezinkirin û qehremankirin, her tiştê bi jinê ve eleqeder piçûk tê xistin, şerm lê tê kirin û tê bêqîmetkirin. Di dîrokê de bi vî awayî yekem car di warê cinsî de şikestinek dibe ku bandoreke mezin li ser civakê dike. Em ji bo vê guhertina di warê jinê de li Rojhilata Navîn dikarin bibêjin yekemîn şikestina mezin a cinsî ya dij-şoreşê. Em dibêjin li dij şoreşê. Ji ber ku bandoreke erênî ji bo pêşketinê li civakê nake. Berovajî, serweriya hişk û tund a bavikanî li ser civakê ferz dike, jinê li derve dihêle û dike jiyan xizan bimîne. Di şûna civaka cot deng de, rê li ber civaka fer a mêran vekirî ye. Li Rojhilata Navîn bi vê şikestinê re belkî jî di warê serberjêr çûyînê de gava yekemîn tê avêtin. Encamên wê her ku çûne hînê reştir bûne. Êdî civakeke yekalî ya bi çanda mêraniyê pêk tê. Mejiyê jinê yê hisî ku demekê harîqa diafirandin û heta dawiyê însanî û geş bû, wenda dibe û di şûnê de mejiyê analîtîk ê radestî dogmatîzmê bûye; ji xwezayê qut bûye; şer mîna fazîletekê dihesibîne; ji xwînrijandinê zewq digire; her danûstendina kêfî li ser mêrê kole û jinê heq dibîne; cih digire. Ev mejî yan jî celebê ramanê berovajî mejiyê jinê ye. Ji ber ku di navenda mejiyê jinê de xwezaya zindî û hilberandineke însanî heye. Piştî ku di civakê de mejiyê analîtîk ê mêr dibe serwer, di afirandinê de paşketineke cidî tê dîtin. B.Z. di navbera salên 6000 û 4000’an de -serdema jin-dayikê- gelek vedîtin hene, lê B.Z. ji salên 2000’î ve pir hejmareke hindik îcad û vedîtin xuya dikin. Li cem vê yekê, çanda şer-desthilatê têra xwe belav dibe, fetih mîna pîşeyekî mezin -pîşeyê kralan- tê hesibandin û amûrên bingehîn ê dewletan dibe fetih û zevtkirin. Bi kurtî li derve hiştina jinê û hurmet nîşandana ji bo otorîteya mêrê fatîh û şerker bi hev re pêş ketine. Saziya dewletê mîna vedîtineke mêr dibe xwedî mane, şerên bi armanca talan û xenîmetê jî dibin mîna şêwazekî debar û hilberandinê. Di şûna bandora hilberandina jinê ya li ser civakê, bandora xenîmet û şerê mêran li ser civakê de cih digire. Di navbera dîlketina jinê û çanda civaka şerker de têkiliyeke nêz heye. Şer hilnaberîne, desteser dike, talan dike. Her çend rola zorê di hin şertên xweser de - ji bo pêşî vekirina li azadiyê û dijderketina li dagirkerî û mêtingeriyê - ji bo pêşketina civakî diyarker be jî bi piranî rola wê neyînî ye û hilweşînker e. Çanda tundiyê ya daweriviye hinavê civakê jî bi şeran xwe xwedî dike. Di navbera dewletan de şûrê şer, di nava malbatê de destê mêr tîmsala serweriyê ye. Hem civaka jor, hem jî civaka jêr di nav diranên şûr û dest de ne. Timî pesnê çanda tehekumê tê dayîn. Kesayetên herî mezin bi xwînrijandinên neheq serbilind dibin û wek fezîletekê dizanin. Nemaze qralên Babîl û Asûran bi serê mirovan beden avakirin û dîwar lêkirin ji şan û şerefê dihesibînin. Terora dewletê û çanda tundiya civakî ya di roja me ya îro de jî ku pir zêde heye, çavkaniya wê ev çand e, ku em destnîşan dikin.  

Ayrıntılar
Görüntüleme: 557

Di Bûyera Yekxwedayî de Şikestina Jinê Ket Qonaxa Duyem

Rêber APO

Di dîroka olên yek xwedayî de duyemîn şikestina mezin a çanda cinsî li dora jinê pêş dikeve. Şikestina di serdema mîtolojîk de vê carê wek qanûn dibe emrê xwedê. Kiryarên derbarê jinê de êdî bi fermanên pîroz ên xwedê ve tên girêdan. Fîgurê têkiliya di navbera Sara, Hacer û Hz. Îbrahîm de nîşan dide ku ola nû serweriya mêr erê dike. Serweriya bavikanî baş bi cih dibe. Cariyetî dibe sazî. Zewaca bi pir jinan re tê erêkirin. Têkiliya hişk a Hz. Mûsa bi xuşka wî Marîam re dide nîşan ku para jinê ya di mîrasê de tê rakirin. Civaka Hz. Mûsa bi tevahî civakeke mêran e. Ji bo jinan tu wezîfe nayê dayîn. Jixwe şerê bi Marîam re jî bi vê sedemê ye. Vegotina “bila jin bi destê xwe yên di hevîr de têkilî karê mêran nebe” ji wê rojê maye.

Di şaristaniya Rojhilata Navîn de li navenda hemû çareseriyên pirsgirêkan pirsa jinê heye. Emê vê carê bûyerên dîrokî dubare nekin û ji bo dema pêş wê slogana me vê carê welê be; sêyemîn şikestina cinsî ya mezin li gorî mêr nebe. Heta di nava civakê de wekheviya cinsiyetê pêk neyê, tu daxwaza wekhevî û azadiyê wate û cih nabîne. Ji bo demokratîkbûyîneke mayînde û berfireh dîsa azadiya jinê hêmana bingehîn e. Ev sîstema jin kiriye mîna mal û mulkekî, neksa wê jî dîsa pirsgirêka jinê ye. Demekê dihat gotin çîna karker, îro divê şûna vê gotinê nifşê jinê cih bigire. Beriya çînayetiyê divê nifşê jinê were çareser kirin ku mirov karibe netewiyet û çînayetiyê jî baş fêm û çareser bike. Eger ji ser jinê his û îradeyên koleker ên mîna zilam, bav, evîndar, bira, dost û hwd. rabin wê azadiyeke rastîn a jinê mimkun bibe. Evîna herî baş mulkiyetbûneke herî xeter e. Eger jin hemû berhemên serweriya mêr afirandine wek raman, ol, zanist û qalibên hunerî hûrûkûr di moxila rexneyan re derbas neke, wê nasnameya jinê dernekeve holê. Beriya her tiştî divê jin bibe ya xwe, êdî nebe mulk. Jina bûye mal û mulk wê nehêle mêrekî baş û bi fazîlet jî çêbe. Bi jinek bi vî rengî re rabûn û rûniştin li pêşiya mêrê azad jî asteng e. Jinek ev çend piçûk hatibe xistin, berovajî maneya xwe mêrekî piçûk ketiye.

B.Z. di dawî û beriya salên 1000’î de em dibînin ku bi Kraliyeta Îbraniyan a Dawûd û Silêman re, êdî çanda haremtiyê berfireh dibe. Jinan ji hev re dikin xelat. Pêvajoyeke nû dest pê dike ku tê de deng û hilma jinê nîn e. Tesarufa li ser jinê tu cudahiya xwe ji ya li ser malekî nîn e. Ev rewşa di dewleta ola nû de xwe di nav malbatê de jî nîşan dide. Jina di bin serweriya çanda dewleta olî û bavikanî de, mimkun nîne behsa rola wê were kirin. Jina herî baş ew e, ya herî zêde bi mêrê xwe û bi serweriya bavikanî re li hev dike. Di reşkirina jinê de ol jî tê bikaranîn. Beriya her tiştî, Ew (Hewa) Adem ji rê derdixîne û dibe sedem ji bihuştê were qewitandin. Ji lewra ew yekemîn jina gunehkar e. Lîlîta serî ji xwedayê Adem re -fîgurê bavikantiyê- natewîne, şeytan esas dibîne -fîgurê mirovê ebdiyetê red dike û serî tewandina (secdekirin) ji bo Adem qebûl nake- û pê re hevaltiyê dike. Reşkirina mîtolojîk mînak tê girtin û bi awayekî olî dewam dike. Di serdema Sumeran de îdîaya jin ji parsûyê mêran hatiye afirandin di Pirtûka Pîroz de jî cih digire. Di nav pêxemberan de ku hejmara wan digihîje hezaran, yek jin tune. Cinsîtiya jinê wek guneh tê nirxandin; timî tê reşkirin; piçûk tê dîtin û bi vî awayî dibe mîna prensîbeke toreyî. Jina di civakên Sumer û Misriyan de xwedî cihekî payeberz bû, êdî objeyeke şermê, guneh û ji rê derxistinê ye.

Em tên serdema Hz. Îsa, fîgura Meryemê derdikeve pêşberî me. Her çend dayika xwedayê kur be jî tu têkiliya wê bi xwedatiyê re nîne. Di şûna xwedawend-dayikê de dayikeke bêdeng û timî çavşil maye. Ketina jinê dewam dike. Xweda -mêrê serwerî jinê- pifî Meryemê dike û Meryem jê ducanî dibe. Ev têgîn têra xwe nakok in. Di xirîstiyaniyê de baweriya sê-alî ya Bav-Kur-Ruhê Pîroz di cewherê xwe de sentezeke olên pir xwedayî û yek xwedayî îfade dike. Di vê serdemê de baweriyên genostîk -xwedêzan- û paganîstîk -pûtperest- bi awayekî zêde belavbûyî, têkiliya xwe bi Xirîstiyaniyê re heye; bi baweriya hişk a yek xwedayî ya Îbraniyan re têkoşîneke dijwar dikin. Di encamê de ev her sê meyl û ekol li hev dikin. Di dema Hz. Mûhammed de jî sê meylên bi vî rengî hene û wek olekî bi encam dibe. Ya herî balkêş, Meryema diviyabû wek xwedawendekê bihata dîtin, mîna amûrekî Ruhê Pîroz xuya dike. Ev rastî pir eşkere nîşan dide ku xwedayetiyê tam rengê mêrtiyê wergirtiye. Di serdema Sumer û Misriyan de xweda û xwedawend hema hema wek hevdu ne. Di serdema Babîlan de jî hînê dengê xwedawenda dayik gur derdikeve.

Ya bi Hz. Îsa û Meryem pêk tê ev e, jin êdî bi çavên şil pîrekeke bêdeng e û dayikeke sernerm e. Ew êdî hîç behsa xwedayetiyê nake. Nexasim li mala xwe li ber zarokên -xwedayên kur- xwe yên kur e, ku êdî qîmetek wan heye. Ji kebanîbûna malê zêdetir tu rola wê di nava civakê de namîne. Qada gelemperiyê bi tevahî li jinê tê girtin. Di Xirîstiyaniyê de mijara ezîzeyan -jinên bakîre- rewşa jinê ya dixwaze xwe ji gunehên mezin xilas bike nîşan dide. Ango xwe vekişandina quncikê ye. Ev pêvajoya sulûk û xwe vekişandina quncikê bi sînor be jî rê li ber pêşketinên erênî vedike. Bi hindikî be jî ezîzetî xilasbûna ji têgînên cinsî û şermê îfade dike. Sedemên wê yên madî û manewî xurt in, ji bo vê sulûkê ji dojeha li malê çêtir bibîne. Guman nîn e ku piratîkeke dîrokî ye. Bi awayekî din mirov dikare bibêje di dîrokê de yekemîn partiya jinên xizan e. Pir bi melûlî be jî çanda xwedawendan a li perestgehan di keşîşxaneyan de geş û zindî dike.

Kiryarên ezîzeyan cihekî wan ê girîng di dîroka şaristaniya Ewrûpayê de heye. Zewaca bi yek jinê re bi giranî çavkaniya xwe piratîka ezîzeyan e. Her çend jin di şertên herî zor û zehmet de, wek keçkaniya xwe jintiya xwe çavkaniya xeterê hesibandibe jî dîsa di payeberzbûna jinê de roleke xwe ya girîng heye. Aliyê neyênî jî ew e ku di şaristaniya Ewrûpayê de wek nerazîbûnek li dij zewaca Katolîk -hîç bernedana jinê- heye ku rê li ber metabûna cinsî ya jinê vedike. Bêguman bi saya kapîtalîzma mezin dibe.

Statuya nû ya jin bi Îslamiyet û Hz. Mihemed bi dest dixe, her çend ji çanda bavikanî ya qebîleyên çolê çêtir be jî di cewherê xwe de çanda Îbraniyan esas wergirtiye. Statuya jinê ya baş şiklê xwe girtî di dema Dawûd û Silêman de çi be, di dema Hz. Mihemed de jî heman tişt e. Dîsa pir zewacên bi armanca siyasî û jiyaneke tê de zêde bi cariye, rewa tê qebûlkirin. Her çend zewac bi çar jinan hatibe bi sînorkirin jî cewher naguhere. Têgihîştina dibêje; “Jin zeviyên we ne, hûn çawa bixwazin hûn dikarin bajon” baş nîşan dide ku jina bûye milk nimûne tê girtin. Têgihîştina Hz. Mihemed li evînê jî balkêş e. Di temenê xwe yê pêncî salî de bi Eyşeya neh salî re evînê dijî û ev eleqeya wî ya zêde ji bo jinê eşkere dike. Timî pesnê jina xwe ya yekemîn Xetîceyê dide û ev jî qîmet dana wî ya jinê nîşan dide. Bi giştî li hemberî jinê bi hestiyarî tevdigere. Lê saziya heremtî û cariyetî ya li pey xwe dihêle ji aliyê tebeqeyên dewletê yên pişt re tên, pir xirab tên bikaranîn.

Hz. Eyşe, ji ber ku piştî wefata Hz. Mihemed tevlî şerê desthilatê yê navbera xelîfeyan dibe wenda dike. Wê qîmeta jinê bi êşeke mezin hîn bibe û bibêje; “Ya Rebî, li şûna ku te ez jin bianiyama dinyayê, te ez wek kevirekî bianiyama çêtir bû.” Hînê di têkiliya Mûsa-Marîam de kişif dibe ku li desthilatê cih ji jinê re nîn e. Li serdema navîn li Rojhilata Navîn a feodal di statuya jinê de tu pêşketineke erênî nîn e. Qalibên dîrokî li ser kar in. Ji têkiliya eşqê ya di navbera Leyla û Mecnûn de tê sembolîzekirin, tu encameke bi xêr dernakeve. Di feodalîzmê de ji eşqê re cih nîn e. Jinê li malbata di bin pêşbaziya dewleta bavikanî de pêvajoyeke pir bê şexsiyet dijî. Bi awayekî mutleq dîla daxwazên xwediyên desthilatê ye. Bi temamî dibe amûreke di xurtkirina desthilatan de rol dilîze. Bi giştî ji civakê tê mucered kirin. Di şert û mercên koçberiyê de hînê jî şopên jiyana komîn a seretayî hene û ev yek hurmetekê dide jinê. Lê jina di bajaran de tam koletiyeke kûr dijî.

Her ku diçe zehmet dibe, ji bo cihê jinê yê di bin tehekum û nîzama mulkiyetê de were tarîfkirin. Di roja me ya îro de jin wek encameke hezarê salan, mîna berateyekê dijî. Ji rê derxistina sîstema kapîtalîzmê hînê baş nehatiye dîtin. Jin li civaka Rojhilata Navîn objeyeke di navenda paşverûtiyê de cih digire. Mêrê Rojhilata Navîn ê têkçûyî hemû heyfa xwe ji jinê hiltîne. Li derve çiqas heqaret lê werin kirin, bi zanebûn an jî xweber berdêla vê yekê hemûyî ji jinê distîne. Mêrê ku nikare civaka xwe biparêze û rêya çareseriyê nabîne, hemû hêrs û tundiya xwe mîna dînekî di nav malê de li ser serê jinê û zarokan ditemirîne. Di bingehê bûyer û kuştinên “namûsê” de ev rastiya balkêş heye. Ya rastî, mêrê namûsa xwe di warê civakî de binpê kiriye, berovajî dizîvire û hêrsa xwe li ser serê jinê ditemirîne. Bi awayekî pir sivik, sembolîk, neçar û xwepêşadaneke namûsparêz doza xwe qaşo çareser dike. Mîna psîkoterapî bike tevdigere.

Di binê pirsgirêkê de dozeke civakî û dîrokî ya wendakirî radizê. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ew e ku ji vî “mirî” re divê were gotin; ew heta bi vê doza dîrokî û civakî re rûbirû nebe û wezîfeyên dikevin ser milê wê bi cih neyne, wê tu car nikaribe xwe ji vê qirêja namûsê xilas bike. Namûsa rastîn bi keçkaniya azayê cinsî yê jinê nîn e, bi parastina keçkaniya civakî û dîrokî dibe. Divê mirov vê rastiyê bide hînkirin û bi cih bîne.

 

Ayrıntılar
Görüntüleme: 854

‘’MIN NÎZAMA HÎYARERŞÎK A LI SER JINÊ XIRAP DIKIR’’

RÊBER APO Me gelek keçên bedew û zîrek şehîd dan. Ji bo em bersiva hesretên wan bidin hema bêje min her roj xwe ji nû ve afirand. Lê ji ber ku min nikarîbû bersivê bidim timî bi êş û jan bûm. Min bi awayekî azad û dîrokî xwe gîhandibû jinê. Lê bi awayekî mîna Ferhat û Şîrîn ez ê tu carî negihîştibûmayê. Lê min bawer nekir ku derbaskirina ji vê rewşa çîroka nostaljîk û pêkanîna gihaştinê ew qas jî hewce û manedar e. Di şertên heyî de ango di nava sîstemên hegemonîk de min ji hev derdixist ku xwegihandina wê kuştina eşqê ye. Yanî, ya girîng ew bû, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî hemûyan xebata bi eşq bû. Ya rastî, exlaqê heqîqî yê eşqê ew e, mirov karibe xwediyê wê hêz û qabîliyetê be, li dijî pirsgirêkên civakî şer bike û wan çareser bike. Kesên ev hêz û exlaqê wan tune bin, kesên nikarîbûne vê hêzê û qabîliyetên xwe pêşde bibin, ne dikare eşqa wan û ne jî exlaqê wan ê eşqê bibe. Divê ez li xwe mikur bêm ku demekê ez jî bi nexweşiya modernîteyê ketim, dê û bav jî di navê de min xwest ez ji her tiştê van erdan birevim. Ez gelek caran li xwe mikur têm ku di jiyanê de yek ji mijara ez zêde pê xapiyam ev bû. Lê ez dizanim, ez tu carî bi tevahî ji rastiya ku Braidwood çavdêriya wê kir jî qut nebûm; ez mîna zarokekî qûntara wan çiyan, min serê çiyan jî weke textê xweda û xwedawendan, qûntara çiyan jî weke hin goşeyên bihuşta wan afirandî dît û timî xwest lê bigerim. Ez hîn zarok bûm navê ‘dînê çiyê’ li min kiribûn. Ez paşê hîn bûm ku ev jiyan hînê zêde ya xwedayî Dionysos e. Li pêş û paşiya wî koma keçikên hunerkar û azad a bi navê Bakha, Dionysos geriyaye. Bi hev re xwarine, vexwarine û kêf kirine. Min ji vê jiyana xwedayî hez kiribû. Fîlozof Nietzsche jî ev xweda tercîhî Zeus kiribû. Ji vê jî wêdetir li bin gelek gotinên xwe ‘şagirtê Dionysos’ nivîsandiye. Wexta ez li gund bûm, herçiqas bi olê re li hev nedikir jî ji lîstikên keçikan ên nîşanê û wekî din wêdetir, min hez dikir ez bi wan re bilîzim. Li gorî min a bi awayekî xwezayî diviyabû bibûya jî wisa bû. Ez tu carî razî nebûm ku çanda serdest jinê bigire û piştperde bike. Min qanûna bi navê namûsê tu carî nas nekir. Ez hînê jî ji guftûgokirin, lîstik û parvekirina pîroziyên din hemûyan a azad û bê sînor bi jinê re dibêjim ‘erê’, lê li ser navê çi dibe bila bibe, sedema wan çi dibe bila bibe, ez ji her girêdan û koletiya bêhna milkiyetê jê bê û li ser hîmê hêzê re, heta dawiyê dibêjim ‘na’. Li van çiyan, min tim hewl da komên jinan ên azad bi îlhameke xwedayî silav bikim û wisa bi wan re ‘manedar’ bibim. Di nûçeyan de gelek caran tê gotin ‘Komeke jinên ji Başûr-Rojhilat ên li romorka traktorê yan jî pişta komyonê barkirî wexta ji bo rêncbertiyê diçûn filan herêmê di qezayê de mirin’; ez wexta van hevokan dibihîsim, hêrsa min a li hemberî mêrê qaşo xwediyê jinê, malbat, hiyarerşî û dewletê bi qasî li hemberî tu bûyerê nîn e, radibe. Tim tê bîra min, bi qasî ez ji vê rewşê hêrs bûbûm hê ji tu bûyerî re ew qas hêrs nebûbûm. Ma çawa dibe, ji nifşên xwedawendan evqasî piçûk ketin? Ruh û hişê min ev piçûk-ketin tu carî qebûl nekir û zîhnê min jî ev yek tu carî ranekir. Ji bo min jin wê yan di asta pîrozbûna xwedawendan de be yan jî wê hîç nebe. Tê gotin: ‘Di civakekê de asta jiyana jinan gihîştiyê, pîvana asta jiyana wê civakê ye.’ Ez timî li ser rastiya vê gotinê difikirim. Min ji bo diya xwe hevoka ‘ji çanda xwedawendên dayik ma ye’ bi kar anîbû. Ew jî weke wan şîşman û qelew bû. Ji ber ku mîna jinên modernîteyê li hev nehatibû çêkirin, min nikarîbû pîrozbûna di wê de bidîta. Tevî ku min di jiyana xwe de êşên gelek mezin kişandine jî ez tu carî bi awayekî cidî negiriyam. Lê piştî ku min qalibên modernîteyê hilweşandin di serî de diya min û di şexsê wê de dayikên herêmê (Rojhilata Navîn) hemûyan bi dilekî şikestî û çavên şil bi bîr tînim, dinêrim. Diya min ji bîrê bi zehmetî ava derdixist bi satilê dibir û wexta diwestiya û di nîvê rê de datanî min baz dida qurûs dibûm bi hemdê xwe vedixwar. Ez niha li wê maneya qurtên avê, weke yek ji bîranînên xwe yên herî bijartî û xemxwar dinêrim, dibînim. Ez ji her kesî re jî pêşniyaz dikim ku piştî qalibên zîhnê yên modernîteyê hemû hilweşandin dikarin ji nû ve li têkiliyên xwe yên dê-bavê binêrin. Ez dixwazim dîsa bi heman awayî li tevahiya ‘têkiliyên gund’ yên ji neolîtîkê mayî temaşe bikin. Bêguman serketina herî mezin a modernîteyê ew e ku karîbû nêrîna me ya çandî a panzdeh hezar sal e hatiye avakirin, hilweşîne û vê çandê tune bihesibîne. Mirov fêm dike ku tu kes ji kes û komên mirovan ên evçend hatin hilweşandin û tune hatine hesibandin, nêrîneke azad, serbilind, dildariya jiyanê û berxwedanê hêvî neke. Di felsefeya Hegel de şertê pêkhatina eşqê; di navbera jin û mêr de bidesxistina hevsenga hêzê ye. Ev şertê hewce lê belê kêm, jina bi hêzbûyî îfade dike. Em behsa hevsenga hêza madî û çor nakin. Hevsenga hêzê ya behsa wê tê kirin, hevsenga fizîkî, derûnî û civakî ye. Ango tê gotin, eşq bi wê jinê re ku di nava koletiya herî kevn û ya herî kûrkirî de ye, nabe. Ji bo ez di pratîkê de nava vê fikra felsefîk a para rastiyê têde heye tijî bikim, diviyabû min jinên di nava refan de piralî (îdeolojîk, polîtîk, exlaqî, estetîk, fizîkî û heta eskerî –ji bo xweparastinê-, ekonomîk, sportîf û hwd.) bi hêz bikirina û lewma min pêşî giraniya xwe da vê yekê. Eger mirov bixwesta li hemberî jinê bi hurmet û hevgirtî bibûya û bixwesta bi awayekî rast, baş û xweşik xwe bigihanda hezkirinê diviyabû jin bi hêz bikirina û ez bi temamî bi vê hayjixwebûnê bi jinê re eleqedar dibûm. Ango heta jin bi hêz nebûya eşqa wê jî wê pêk nehata. Min ji sedî sed ji rastbûna vê terîfê bawer dikir. Ez ji xwe piştrast bûm ku diviyabû di vê mijarê de paşve gav nehata avêtin. Piştî ku min hêz û qabîliyeta di vî warî de bi dest xist, xebatên min ên der barê jinê de bi nirx dibûn. Mîna ji kabûs û xeweke hezar salan hişyar bibin keçikan li min dinêrî û hembêz dikirin. Tevî ku ez di van mijaran de gelekî bi îhtiyat bûm jî ez netirsiyam wan bi hezkirin û hesreteke bê dawî hembêz bikim û wan bikim taca serê xwe. Ji lewra min li têkiliyên fermî weke têkiliyên bêhna desthilatdariyê ji wan tê dinêrî û dilê min li wan germ nedibû. Mîna alternatîfekê bûn ku min ji gel dûr dikirin. Gelek dost, kes û kom hatin cem me. Em bi wan re baş eleqedar nebûn û mîna ku ev hemû encama desthilatdarbûnê bûn. Fena ku ez di navbera gel û desthilatdariyê de diçûm û dihatim. Kûrfikirkirina min a li ser dualîteya desthilatdarî û demokrasiyê bi saya van têkiliyan e. Min jin weke kategoriyeke cuda ya gel nirxandin. Herçiqasî şert di cih de nebûn jî min timî hewl da ji wan re cihekî bibînim. Min fikar nekir ku malên lê diman bidim berpirsiyariya wan. Hinek kesên rezîl, ji ber ku nasnameya jinê rast ji hev dernexistibûn û qebûl nekiribûn, ev nêzikatî û xebat şaş dinirxandin. Dema jin an jî keç dihat gotin, timî têkiliyên cinsî yên çor û erzan dihatin bîra wan. Lê bi herhalî di xebatên jinan de ez bêhtir li girîngiya rastî, heqîqeta dîrokî û civakî hayil dibûm. Ew ji bo min cewherê xebatên sosyolojîk bûn. Li qada xwe, herçiqasî teng bû jî min nîzama hîyarerşîk a li ser wan xira dikir û tiştên mirov ji vê hîn dibû mirov nikarîbû ji hezaran pirtûkî hîn bibûya. Platforma têkiliyan a min bi wan re danîbû statuya mêrê serwer a di çarçoveya pîrek û zilam de hatibû danîn parçeparçe dikir. Ya rastî, ez bêhtir jî bi parçeparçebûna vê statuyê bextewar dibûm. Her ku diçû derdiket holê ku ew objeyeke cinsî nîn in, mirovên hêja ne û bi vê yekê em serbilind dibûn. Ev nêzikatî li hezkirinê bi xwe rê vedikir. Ew cîhana hezkirin û rêzgirtinê ya ku ji nava rastiya dîrokî û civakî tê, yek a din nas dike lê ji sedî sed kes zorê li kesî nake, xwedî hêzeke bêhevta ye. Herçiqasî ji nava wan kesên ji pîreka ketî nikaribin bibihurin derketin jî û hewl dan bi gotegotên xwe xira bikin jî gelek jinên hêja û gelek esîl derketin. Piraniya wan jî şehîd bûn. Ez ê ji wan re nebêjim qehremanên bênav, ew qehremanên rastî bûn. Eger jiyaneke civakî ya mirov pê rabe wê hebe, bi tenê bi dilsoziya bi bîranînên wan û bi meşa li ber rohniya wan a rênîşaner re dibe. Jiyaneke bi jinê re bi tenê di vê astê de jiyaneke hêja ye. Jiyanên din ku li ser nivînên ji perîkên çivîkan derbas bibin jî li gorî min ji perpitîna di çalekê de tu cudahiya xwe tune ye. Bi kurtî ez gihîştim vê encamê: Rastî, bedewî û qenciya xwedayî ya li cem jinê bibîne û pêre bijî! Pir hindik be jî me ji vê jiyanê para xwe girt, me parve kir û em jiyan. Ez dema dibêjim em jiyan, min xwest ez diyar bikim ku felsefeya jiyana azad bi tenê li ser bingehê vê parvekirinê dikare manedar bibe û mirov dikare wê terîf bike.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 593

EZ LI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ LI CEM DERWÊŞÊ EVDÎ BÛMA!

RÊBER APO Pêşî min dengê Aramê Tîgran bihîst û bandoreke cuda li min kir, min pir gelekî paşê dema ev şîrove kir, min fêm kir ku ev dengekî wisa ye, bêhtir nêzî rastiya Kurd, bi taybet nêzî rastiya gelê Kurd e, nemaze di anîna ziman a heqîqeta gelê Kurd de ev deng bêhtir nêzî rastiya Kurd bû. Lewma min qebûl kir ku huner şêweyekî din ê ravekirina heqîqetê bû. Di nava wî dengî de hem bangek ji bo rastiya gelê Kurd hebû, hem jî weke naverok ‘eşqeke hêvîjêbirî’ dianî ziman. Ji lewra bi rastiya min re gelekî li hev dikir. Ji aliyekî ve bi lêgerînên xwe min hewl dida pirsgirêka Kurd rave bikim, ji aliyê din ve jî ev yek bi muzîkê bi hêz dibû û ev xusûsek bû ku dihat fêmkirin. Lêgerîna îdeolojîk û muzîk ji bo pirsgirêka Kurd êdî milê xwe dabûn hevdu û dimeşiyan. Eleqeya min a ji bo jinê jî di van salan de bi heman awayî çêbû, beridî. Bi awayekî xwezayî girêdanên bi arezû yên di salên pêşî yên ciwaniyê de bi serê ciwanan de tê, ji bo min jî pêkan bûn. Bi awayekî biyolojîk û kevneşopî nêzî jinê nedibûm û ji vê dûr ketibûm, eleqeyeke min a di vî warî de jî çênebûbû. Di nava şert û mercên bajêr de jina xwe nîşan dida bi xemla modern bû. Bala min dikişand, lê nêzikbûna min a keçeke ku li gorî modernîteya Tirk gihîştibû, bi qasî Çiyayê Qaf îhtîmaleke dûr bû. Ji bo vê, ne min xwe xwedî hêz didît, ne jî ji bo vê min hewl dida. Dema min xeyal meyal çav li hinek keçikên bi eslê xwe Kurd digerand, min ew çîrokên eşqê yên hêvî ji wan birî yên di nava muzîkê de derbas dibûn his dikirin. Çawa ku min berê jî diyar kiribû, min ji bo rûyê hin keçan gotibû; “Divê zuriyeta vê keçikê jî bibe zuriyeteke hêjayî azadiyê” bi vî awayî gotina min ji nêz ve têkiliya xwe bi pirsgirêk û rastiya Kurd re heye. Muzîka Aram çiqasî di rastiya kurd de rewşa ‘bûyera hêvî jê birî’ nîşan dida, ew dîmenê min li ser rûyê keçikê didît jî ewqasî nîşan dida ku rastiya Kurd bûyereke bêhêvî ye, lewma bi sînor be jî têgihîştineke min a namûsê hebûya, diviyabû ez bi pey vê bûyera bêhêvî biketima ango diviyabû bi pey rastiya kurd biketima û min ev bi israr dianî ziman. Li gorî çavdêriya diya min, hatibû fêmkirin ku ez ê bi vî halê xwe nikarîbûma bi jinê re bibûma. Jina modernîteyê, dema dibû tirk bi qasî Çiyayê Qaf dûr, dema dibû Kurd jî bi dîmenekî eşqa bêhêvî xwe nîşan dida. Eleqeya ji bo jinê ya ciwanên Kurd û Tirk ên li cem min, ji bo min ne exlaqî û ne jî estetîk xuya dikir. Lewma min tu carî dilê xwe nebijand wan û ez nefikirîm xwe nêzî keçekê bikim. Tevî vê yekê, ji nişkê ve di zewacê de bist bûm û ev hêja ye ku bê fêmkirin. Çawa ku di beşên pêwendîdar de min rave kir, ev nêzikatiyeke welê bû ku aliyên wê yên îdeolojîk, etnîk, polîtîk û psîkolojîk ketibûn nava hev. Di wî temenî de min ceribandina zewacê bi awayekî weke ‘qebqebûkirinê’ qebûl kiribû. Ji aliyê rûhî û kevneşopî ve tu carî nezewicîm. Lê pir zor be jî min bi xwe dabû qebûlkirin ku ji bo dîmenê îdeolojîk û polîtîk ê li dora jinê ji hev derxim ceribandineke bi vî rengî girîng e û divê ez ji pêkanîna wê netirsim. Bi taybetî bi vê têkiliyê min xwe gihand rastiya Kurd-Elewî û jinê, min têkiliya vê bi nasnameya Kurd, bi pirsgirêk û çareseriya wê re danî û divê ez bi girîngî bibêjim, ev ‘gelekî zor’ bû, lê dersek bû ku pir tiştan jê hîn bûm. Eger ez ji vê pirsgirêkê nebihurîbûma û wê ez têk biribûma, pir zehmet bû ku mirov bigota, ez ê di gavavêtinên ber bi rastiya Kurd de bi ser ketima. Nuqteya ku ez lê matmayî bûbûm ew bû, fîgureke jinê mîna Edûlê çawa karîbû rastiyeke ewqasî kûr a dîrokî û civakî îfade bike. Bi ya min, ev yek ji pirsgirêka bingehîn a wêjeya Kurd e ku hê ji hev nehatiye derxistin. Bêguman aliyên mijarê yên bi şexsê min re têkildar hebûn. Ne bi tenê li Çiyayê Şengalê û Deşta Mûsilê, hewl didan li ser xeta Şam-Heleb-Atîna-Moskova-Duşanbe-Roma-Naîrobiyê derbê li min bidin. Nabe ku mirov di navbera her duyan de têkiliyê daneyîne. Ya balkêş ew e, tevî ku min kaset gelek caran da guhdarîkirin, hejmareke zêde keç û xortên li dora min bi min re heman his û hest parve nedikirin. Heta dema ku ez li Romayê bûm, hozan Şivan Perwer tevî wêjevan-helbestvan Mehmûd Baksî hatibûn serdana min. Şivan dîsa di hewaya xwe ya berê de bû. Mirov nikarîbû jê li bendê be ku karibe bi kûrahiya dîrokî-civakî ve dakeve. Rewşa Mehmûd Baksî bêhtir mirov xemgîn dikir. Min hevpeyvîna dawî bi wî re kir. Xwesteka wî ji min ew bû, li çiyayekî cenazeyên gerîlayan hatibe veşartin ew jî bê veşartin. Mîdeya wî têk çûbû. Rojên wî yên bi jimar mabûn. Ew jî hêdî hêdî dimir. Li ber çavên min weke Derwêşekî Evdî yê ku modernîteya Ewrûpayê ew hêdî hêdî dikuşt û bi qasî hemdem bû weke karîkaturê wî çêkiribe, xuya dikir. Pir hewl dabûn wî li dijî min bi kar bînin. Lê girêdana xwe ya ji dil tu carî ji dest nedabû. Ez di rojên xwe yên dawî yên li Romayê de careke din bi ber bayê bandora çîrokên trajîk ên Kurdî yên ji kevneşopiyê ketibûm û li gorî min ev bi qasî ku balkêş bû, ewqasî jî manedar bû. Paşê tevî ku hîç adeta min nebû, ji bo bîranîna Destana Derwêşê Evdî ev rêz ketin hişê min:   Ez li Çiyayê Şengalê li cem Derwêşê Evdî bûma! Li ser pişta hespên spîbozî min xwe berdaya Deşta Mûsilê. Dema Derwêş derb xwar, min ew rakira, bibira çiyayên Kurdistanê. Min ji wî re bigota; “Binêre, bi hezaran Edûlê û Duwanzdekan hene” Min bigota, li van çiyayên xwedawendan lê textê xwe danîne, xweş razê. Mirin ji ku û çawa tê bila bê êdî xeman nexwe, Kurdîtî û jiyana azad a misogerbûyî rastiyên ebedî ne.      

Ayrıntılar
Görüntüleme: 570

Sayfa 5 / 7

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 14'ê Tîrmehê Roja Rûmeta Neteweyî Ye

  • Azadbûna Civakê Bi Azadbûna Jinê Ve Gengaz E!

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere